Îsal li Bakurê Kurdistanê,  di zivistan û biharê de berf kêm bû û li gorî 2020an di 2021ê de
baran ji %40 kêmtir barî.
 Li gorî agahdarîyên ku cotkar û Rêveberên Ode û Dezgehên Cotkaran didin, bi taybet li
Mêrdîn, Riha û li Amedê, ji ber kêmbarîna baranê, ji ber ziwayiyê  ji %80 yê çandinîyê di bin
axê de pûç dibe.
Herweha ji ber ziwayiyê  û ji ber kêmbûna projeyên avdana zevîyan, cotkar mecbûr mane ku
zêdetir bîrên avê lêbidin û bi ava bîran erd û zevîyên xwe av bidin. Vê yekê jî wisa kiriyê ku
çend sal berê ji bîrên 60-80 metreyî av derdiket; lê niha ancax ji bîrên 600-800 metreyî av
derdikeve. Ev jî dibe sebebekî mezin ê têkçûna xwezaya Kurdistanê.
Li gel vê afeta siruştî, li gorî bajarên wek Konya, Edirne, Îzmîrê, Şîrketa Elektrîkê TEDAŞ bi
bihayekî 4 qatî zêdetir fatûrayên elektrîkê li cotkarên li Mêrdînê, Rihayê û Amedê dibire; ev jî
dibe sebeb ku cotkar nekaribin pereyên van fatûrayan bidin û ji binî ve îflas bikin.
Li Bakurê Kurdistanê, ev afetên sirûştî, di eslê xwe de afetên aborî, civakî, koçberî û guhartina
demografîyayê bi xwe re tîne.
Dewletê,  bi hişekî kolonyalist ji bo koçberkirina Kurdistanîyan bi xerakirina sedan gundan li Kurdistanêbendav avakirin û dest danî ser avên Kurdistanê.
Dewleta Tirkîyeyê, ji piranîya van bendavan elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarên
Tirkiyeyê. Lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî fahîş wê elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê.
Ew bendavên ku dê ji bo avdanîya erazîyan ava bikiraya pîştguh dike, da ku kurdistanî jê îstifade
nekin û mecbûr bimînin ji Kurdistanê koç bikin.
Tirkîye ji damezrandina xwe ve heta roja îro, ev e 98 sal e ku, bi sîstemeke hov û dagirî, bi
proje, bername û kiryarên stratejîk ve yên pir alî; leşkerî, aborî, sîyasî, civakî ve jenosîdeke
neteweyî  li ser kurdan pêk tîne.
Di vê dema Pandemîya Covid-19ê de ku li cîhanê ji bo hemû mirovahîyê bûye karesat û
trajedîyeke mezin, lê li Kurdistanê, ji ber siyaseta kolonyal, xelkê  me hîn zêdetir di bin
barê vê karesatê de dipelçiqe, perîşan û mexdûr dibe.
Mixabin li gel vê karesata Covid-19ê jî, ziwayî, erdhej û afetên din yên sirûştî, bihayê giran yê
elektrikê, zerîbeyên (vêrgiyên) zêde û bêhiqûqî, neqedandina projeyên avdana zevîyan,
mexdûrîyeta gelê me li Bakurê Kurdistanê zêdetir dike û  ev jî dibe sedemê xizanî û
koçkirinê û nifûsa li Bakurê Kurdistanê kêmtir dibe û civak ji hev de difelişe.
Bi sedhezaran Kurdistanî  ji ber sebebên aborî, mecbûr mane ku  terka  cî û warên xwe bikin
û li Tirkîyeyê bi cî bibin.
Ev rastî, hem dibe sebebê guhartina demografîya Kurdistanê, hem jî asîmîlasyonê hêsantir û
bileztir dike û xeterîya li ser çand, ziman û kesayeta neteweyî ya milletê Kurd xurtir dike.
Dewleta Tirkîyeyê, berî her tiştî, heta bi têkoşîna Kurd û Kurdistanîyan mecbûr nemîne, dev ji
vê siyaseta xwe ya dagirkerane, jenosîdal û asîmîleker bernade.
Ji ber vê rastîyê jî, divê partî, rêxistin û sazîyên kurd û kurdistanî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên miletê xwe, bi zanayî, bi rêxistinî û çalaktir tevbigerin.
Em bangî gelê xwe û hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rîsipîyên civata xwe
dikin ji bo ku  ev birînên me kûrtir nebin û ji bo zerarên gelê me bêne qerebû kirin, bi
hestyarîyeke neteweyî, mirovî û civakî em bi helwêsteke yekgirtî tevbigerin, alîkar û piştgirên
gelê xwe yê mexdûr bin.
09.05.2021
PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...