Di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de, mirovahî hîn jî ji aştiyeke mayînde û domdar gelek dûr e. Di şerên ku li çar aliyê cîhanê û li herêmê diqewimin de her roj bi hezaran sivîl, jin û zarok bi hovane tên kuştin. Çavkaniyên aborî yên ku divê ji bo başiya mirovahiyê, perwerde, tenduristî û xwarinê werin xerckirin, ji bo çek û şer têne bikar anîn.
Sedema bingehîn a şer û tundûtûjiya sedsalî li Rojhilata
Navîn binpêkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê ye.
Polîtîkayên înkar û zordariyê yên ku di sedsala borî de li dijî hebûn û mafên
gelê Kurd hatine meşandin ne tenê jibo gelê Kurd êşên mezin peyda kirine, di
heman demê de çerxek bêdawî ya pevçûn û tundûtûjiyê li herêmê pêk anîye.
Di roja îroyîn de gelê me li Başûrê Kurdistanê statuyek
federe û azad bi dest xistiye, lê belê li welatên din polîtîkayên înkar û
tundûtûjiyê li dijî gelê Kurd berdewam dikin.
Rejîma paşverû a li
Îranê her roj bi darvekirina ciwan û jinên Kurd bersivê dide daxwazên herî masumane
yên gelê Kurd. Tevî hilweşîna dîktatoriya 61 salî ya Esed li Sûriyeyê,
bêtehamuliya li hember hebûn û mafên gelê Kurd berdewam dike. Her çend
hilweşîna dîktatoriya Esed ji bo hemî komên neteweyî û olî derfetek peyda kir
ku rejîmek demokratîk û piralî bê ava kirin jî, helwesta dijminane ya li hember
gelê Kurd atmosfera erênî ya heyî jehrî dike. Hêzên ku hebûna xwe li ser şer û
tundûtûjiyê ava kirine, agir geş dikin da ku Sûriyeyê bikişînin nav şerekî nû.
Di sedsala borî de, polîtîkayên tundûtûjî û pevçûnê yên dijî
kurd li Tirkiyeyê ne tenê êşên mezin jibo gelê Kurd peyda kirin, lê di heman
demê de Tirkiyeyê di her warî de xistine nav gerinekekê kûr.
Rêyadarên Tirkiyeyê, ev demeke ku jiber geşedanên herêmî yên
dawî bir armanca çerberdana PKKê dest pêvajoyek
kirine. Komîteyek Parlamentoyê ku ji bo avakirina bingeha qanûnî ya ji bo
çekberdana PKKê hatiye damezrandin, civînên cûrbecûr li dar dixe.
Bê guman girîng e ku PKK çek berde û pevçûn bi dawî bên.
Divê şer û pevçun ku zîyanên mezin ên canî û malî daye gelê Kurd , tavilê
biqede û divê rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin. Lêbelê, ji ber nebûna
aso û çareseriyek berfireh ji bo pirsgirêka Kurd a hikûmetê , pêvajoya
bêçekkirina PKKê li gorî planan birêve naçe.
Wekî PSK em dixwazin
dubare bikin ku meseleya bingehîn, azadiya neteweyî ya gelê Kurd e. Çavkaniya
hemû pirsgirêkên heyî, siyaseta sedsalane ya red, înkar, asîmîlasyon û
tundûtûjiyê ya li dijî gelê Kurd e. Aştiyek mayînde, bêyî bidawîkirina neheqiyên
dîrokî yên sedsalane yên ku li gelê Kurd hatine kirin, nayê avakirin. Bêyî
naskirina mafên gelê Kurd ên ji nasnameya wî ya neteweyî dertê, li herêmê aramî
pêknayê. Heta ku pirsgirêka Kurd bi awayekî dadî û wekhev neyê çareserkirin, kes
nikare aştiyê bibîne.
Kilîda aştî û aramiya li Rojhilata Navîn di wê yekê da ye ku
gelê Kurd bikaribe li welatê xwe li Kurdistanê da bi awayekê azad bijî.
Serkeftina pêvajoya bêçekkirina PKKê jî di heman demê de têgihîştinek piralî
jibo pirsgirêka Kurd divê. Pêvajoya bêçekkirinê tenê bi perspektîfa nivîsandina
destûrek nû ku hebûna neteweyî û mafên gelê Kurd nas bike, dikare serkeve.
Bi minasebeta 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, em hemû
aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê vedixwînin ku îradeyek avaker û bibandor di
derbarê pirsgirêka Kurd de nîşan bidin. Bila neyê jibîr kirin: Ger Kurd azad
nebin, azadiya Tirkan jî xewnek e.
Di vê demê de ku herêma me ji qonaxekê girîng derbas dibe,
em bang li hemî aktorên siyasî yên Kurd dikin: Werin em destên xwe bidin hev û
guh bidin banga dîrokê da ku em ji bo azadiya neteweyî ya gelê xwe rewşa heyî bi karîgeri bikar bînin.
Ev tişt heman demê da hêvî
û daxwaza gelê me ye.
Nabe ku em dereng bimînin…
30.08.2025
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê
(PSK)