Cejna Qurbanê Li Gelê Me Pîroz Be

 Îsal em di bin şert û mercên pir dijwar û dîrokî de pêşwazîya Cejna Newrozê dikin.

 Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê di bin êrîşên dijwar, sîstematîk û dijminane de ye.

 Polîtîkayên dekûdolabên qirêj têne meşandin da ku hebûna neteweyî, destkeftiyên dîrokî û yekparçeyiya gelê Kurd ji holê rakin.

 Ev rewş nîşan dide ku ew hêzên ku êrîşî Kurdan dikin di rewşek hilweşîna dîrokî û krîzeke bingehîn de ne.

 Dijminatiya li hember Kurdan heman demê de gefekê mezin jibo aştî û aramiya herêmî peyda dike.

 Tenê rêya têkbirina êrîşên topyekûn ên li dijî gelê me yekîtî ye, yekbûn e. Zindî hiştina hêviya paşeroja gelê me, seferberkirina zanîn û enerjiya wan û pêkanîna hêviya azadiyê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî ye.

 Ji bo vê armancê;

 Em bang li hemî aktorên siyasî yên li Bakurê Rojavayê Kurdistanê dikin ku li dora bernameyek neteweyî, ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên xwe yên neteweyî bibin yek.

 Bi heman awayî, em hêvî dikin ku hemî hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dê bi yekîtî û diyalogê tevbigerin da ku destkeftiyên neteweyî û dîrokî biparêzin û êrîşên dijminane têk bibin.

 Em piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêşî têkoşîna rewa û bi rûmet a gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiyê dikin.

 Em hemû hêzên demokratîk ên neteweyî yên li Bakurê Kurdistanê vedixwînin ku bi hestek berpirsiyariya neteweyî tevbigerin da ku tifaqek neteweyî ya mayînde, berfireh û rêkûpêk ava bikin.

 Bi vî awayî, em dikarin bersiva daxwazên gelê xwe bidin û hêviya azadiyê bicîh bînin.

 Bi van hestan, em Cejna Qurbanê ya gelê xwe û cîhana Misilman pîroz dikin.

 Em hêvî dikin ku ev cejn bibe fersendek ji bo avakirina azadî, wekhevî, demokrasî û aştiyê li herêma me.

 26.05.2026

 Bayram Bozyel

 Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

      (PSK)

 

En çok Okunan İçerik