Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi minasebeta Roja
Zimanê Dayikê ya Cîhanî îro (21.02.2024) li Odeya Bazirganan a Amedê da bi navê
“Ziman û Sîyaset” konferansek lidar xist. Di konferansê da nûnerên partî û
dezgeyên Kurd derbarê mijarê da axivîn. Di konferansê da Serokê Giştî yê PSKê Bayram
Bozyel jî axaftinek kir û got;
Bila
her maleka Kurd bibe dibistana zimanê Kurdî.
Bozyel di dewamîya axaftina xwe da got;
İro roja zimanê dayikê ya cîhanî ye.
Ji bo gelê Kurd her roj roja têkoşînê ya jibo
jîyandin, zindî hêştin û azadîya zimanê Kurdî ye.
Ez Platforma Zimanê Kurdî ra spas dikim, daku bi
minasebeta vê rojê bernameyekê li ser Ziman û Siyasetê lidar xistin û me jî
dawetê vê bernameyê kirin.
Ziman
stûna miletbûnê ye.
Ziman unsura herî girîng a mêletbûnê ye. Ev rastî
jibo zimanê kurdî û netewebûna Kurd jî derbas dibe. Zimanê Kurdî şahidê serpêhatî
û dîroka neteweya Kurd a hezar salan e. Zimanê Kurdî hemî xisûsiyet,
dewlemendî, rengînîya miletê Kurd tomar kirîye û di xwe da dihewîne. Çand,
hûner, çîrok û hemî ceribandinên jîyanê yên miletê Kurd bi saya zimanê Kurdî heya
îro hatine parastin û li ser piyan mane. Herwisa miletê Kurd ku ji dehan
milyonan pêk tê û li ser cografyayekê fireh dijî bi saya zimanê Kurdî yekparetî
û miletbûna xwe hîs dike, borîya xwe bibîr tine. Bi gotinekê din zimanê Kurdî
heman demê da hafizeya neteweya Kurd e. Zimanê
Kurdî girîngtirîn nişaneya xurtbûn û îradeya jîyana miletê Kurd e. Neteweya
Kurd bi saya zimanê Kurdî karibûye di dirêjahîya dîrokê da bi tofanên mezin ra
serî derkeve û heta îro di riya azadîyê da bimeşe. Ger îro miletê Kurd hîn jî
heye, li ser piyan e û jibo azadîyê bi înad têdikoşe, ew hêza xwe ji
dewlemendî, zindîbûnî û hafizeya zimanê xwe distîne.
Pirsa
zimanê Kurdî heman wextê da pirsa neteweya Kurd e
Roja îroyîn da pirsa zimanê Kurdî pirsekê siyasî ye
û meseleya Kurd ra têkilê hev bûye. Dewleta Tirk di destpêka sedsala 20an da
siyaseta dijê Kurd û Kurdistanê li ser tunekirina zimanê Kurdî ava kir. Piştê
avakirina Komara Tikiyê tiştê ku ewil hat kirin qedexekirin û pelçiqandina
zimanê Kurdî bû. Dewleta Tirkiyê ewil di destûra 1924an da paşê jî di Plana
Islahata Şerqê da zimanê Kurdî tune hesiband, di hemî qadên jiyanê da qedexe
kir. Yên ku zimanê Kurdî axivin bi cezayên giran hatin cezakirin. Plana dewletê
eşkere bû; ger zimanê Kurdî bê tunekirin dê miletê Kurd û doza wî ya azadîyê jî
bê tunekirin. Ev jî nişan dide ku pirsa zimanê Kurdi pirsekê siyasî ye û pirsgirekên
ku îro zimanê kurdî rîbirû ye bi tevahî encama siyaseta dewleta dagirker e.
Divê
siyaseta Kurd a ziman çibe?
Divê siyaseta tevgera Kurd ya ziman bi eksê/
berevajê siyaseta dewleta Tirk a ziman be. Deweleta Tirkiyê di qanûna esasî da
zimanê Kurdî tune hesiband. Divê siyaseta Tevgera Kurd ew be ku hebûna zimanê
Kurdî di qanûna esasî da bê qebûl kirin.
Divê hemî astengî, qedexe, înkarîyên li ser zimanê
Kurd ku di qanûnên pêwendidar da hene bên rakirin, sistema qanûnî û hiquqî ya
Tirkiyê li gor hebûn û naskirina zimanê Kurdî bê sererarstkirin.
Dewleta Tirkiyê di tevahîya qada perwerdehîyê da
zimanê Kurdî qedexe kirîye. Divê siyaseta Tevgera Kurd ew be ku zimanê Kurdî ji
destpêkê heta unversîteyê zimanê wek zimanê perwerdeyê bê qebûl kirin û
bikaranîn.
Dewleta Tirkiyê di hemî qada jîyanê da û di qada
gelemperî da zimanê Kurdî qedexe kir, rê neda ku bê bikaranîn. Divê siyaseta
Kurd ew be ku zimanê Kurdî li di qada gelemperî da wek zimanê fermî bê qebûl
kirin û zimanê Kurdî di hemî qadên jîyanê da serbest bê bikaranîn.
Her wisa divê jibo pêşxistina zimanê Kurdî îmkan bên
dabînkirin, rê bên vekirin û bi hemî imkanatan geşkirina zimanê Kurdî bê teşwik
kirin. Bi vê armancê enstîtû, navendên îlmî û lêkolînan bên vekirin. Wekî ku em
her tim dibêjin divê navê hemî cî û warên jîyangehan, navên ciyên erdnigarî,
dîrokî, cografî û wekî din paş ve bên dayîn.
Daxwaza
zimanê Kurdî daxwaza hemî Kurdan e
Em dikarin zêdetir di qada ziman da serkevin.
Ji ber ku;
Yek jê; xala esasî û stûna meseleya Kurd meseleya
zimanê Kurdî ye. Heta di meseleya zimanê Kurdî da pêşketin çênebe, di meseleya
Kurd da gav nayê avêtin.
Ya diduya; daxwaza zimanê Kurdî xalekê heri muşterek
e ku miletê Kurd li ser tifaq dike.
Em bawer dikin ku em alî û partîyên Kurd li ser
daxwaza zimanê Kurdî dikarin hêsantir lihev bikin. Jiber ku daxwaza zimanê
Kurdî daxwazekê xwezayî, însanî û meşrû ye. Îro sedî 95ê miletê Kurd doza
zimanê xwe dike, dixwaze zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.
Ya sisîya, em bawer dikin ku li Tirkiyê dijayetîya li
dijê zimanê Kurdî li gor berê hînek kêm bûye.
Em dikarin bi xebatekê eqlane û meşrû vê daxwaza xwe bi civata Tirkan bi
hêsantir bidin qebûl kirin.
Ya çaran; di xala zimanê Kurdî da em dikarin zêdetir
ji qada navneteweyî piştgirîyê bistînin. Ji ber ku hema bêje di hemî peymanên
navneteweyî da mafê perwedeya bi zimanê dayikê û bikaranîna ziman ciyê xwe
girtîye û hatîyê qebûl kirin.
Jibo
zimanê Kurdî divê em çi bikin?
Jiber ku ku pirsa ziman stûna çareserîya meseleya
Kurd e û herwisa hemî alîyên Kurd li ser daxwaza fermîbûn û perwerdehîya zimanê
Kurdî di tifaqê da ne, divê em Kurd jibo cibicîhkirina van daxwazan serferberî îlan
bikin. Hemi partî û dezgeyên Kurdistanî divê jibo daxwaza fermîbûn û
perwerdehîya zimanê Kurdî bernameyekê kin, navîn û dirêj amade bikin û jibo vê
yekê bi yekdengî hareket bikin. Pêwîst e ku mijara ziman bibe mijara sereke ya
hemi Kurdan û ev mesele jibo doza azadiya miletê Kurd wek strateji bê
pejirandin. Jibo ku encam bê sendinê divê hewldan û kampanyayên jibo zimanê
Kurdî bê navber û pir alî bên meşandin. Muxatabê daxwazên jibo zimanê Kurdî ne
tenê dewleta Tirkîyê ye, herwisa divê daxwaz û piştgirî ji raya giştî ya Tirk û
cîhanê, ji Yekîtîya Ewropa, Konseya Ewropa û ji hemî dezgeyên peywendîdar yên
navdewletî jî bê xwestin.
Tiştekê din yê şekere jî ev e; jibo naskirina zimanê
Kurdî di qanûna esasî da û fermîbûna zimanê Kurdî di qada gelemperî da divê
hebûna miletê Kurd di qanûna esasî da bê qebûl kirin û hemî astengî, zordestî,
neheqîyên lê pêşîya ziman û li ser ziman û hebûna zimanê Kurdî û miletê Kurd bê
rakirin.
Divê
her maleka Kurd bibe dibisatana zimanê Kurdi
Elbet yê ku bikaribe pirsa zimanê Kurdî çareser bike
û rê li ber fermîbûn û perwerdeya zimanê Kurdî veke dewleta Tirk e. Lê nabe ku
miletê Kurd jibo geşedan û pêşdabirina zimanê xwe li benda dewletê bisekine. Di
vê warê da tiştên ku Kurd bi xwe bikin hene. Kurd bi xwe dikarin bi vê armancê
gelek karan bikin.
Divê di serî da partîyên siyasî û dezgeyên sivîl di
karen navxweyî da zimanê Kurdî wek zimanê fermî îlan bikin û di hemî kar û
pêwendîyên xwe da zimanê Kurdî bikar bînin. Partî û dezgeyên Kurd dikarin di
hemî daxwûyanî, malper, dezgeyên çapemenî û ragihandinê da zimanê Kurdî wek
zimanê sereke bikarbînin.
Partî û dezgeyên Kurd jibo ku Kurdî fêrê endam û alîgirên
xwe bikin divê kurs, dibistan û navendên pêwist vekin.
Herwisa divê her malekê Kurd bibe dibistana zimanê
Kurdî. Jibo vê yekê kampanyayekê berfireh destpêbike ku hemî Kurd di mala xwe
da, di kolan, karxane, sokak, kehwexaneyan da zimanê Kurdî biaxivin û
bikarbînin.
Elbet di vê warê da berpirsiyarîya mezin dikeve li
ser mile şaredarîyan.
Şaredarê Kurdistanê dikarin di hemî qadên jîyanê da,
di hemî xizmetên jibo xelqê da zimanê Kurdî wek zimanê sereke bikarbînin û bi
vê awayê zimanê Kurdî pêşda bibin.
Jibo vê jî divê berîya her tiştî şi’ûra zimanê Kurdî
di nava gelê Kurd da xurt û belav bibe.
21ê Sibatê 2024