Li Diyarbekirê “Konferansa Meseleya Kurd; Çareseriyek Çawa” Pêk hat

Konferansa ku Kovara Dengê di 01ê Hezîrana 2024an li Diyarbekirê pêkanî bi baldariyek mezin hate pêşwazîkirin.

Konferansa li Otêl Demir ya Diyarbekirê pêkhatî bi axaftina Gerînendeyê Giştî yê Kovara Dengê  A.Mecîd Durmuş despêkir. Di axaftina xwe ya vekirinê da A. Mecîd Durmuş behsê politikaya weşangêriya Kovara Dengê ya di heqê meseleya Kurd û armanca li darxistina konferansê kir. Behsê giringiya çawaniya arasteyê meseleya Kurd li dor buyer û pêşhateyên van demen dawî li Rojhelata Navîn diqewimin û encamên hilbijartinên 31 ê Adarê li Tirkiyê pêk hatî kir.

Konferans bi sisê rûniştinan dom kir. Mijara rûniştina ewil  Li Rojhelata Navîn Astên Nû Ku Meseleya Kurd Gehiştinê  bu. Di vê rûniştinê da Ji Zanîngeha Kurdistan/Hewlêr Doç. Dr. Arzu Yılmaz, Berpirsê Bûroya Çapemenî û Ragihandina PDK ê Dr. Salar Osman, Sekreterê Komîteya Navendî yê Partiya Komonîsta Kurdistan Dr. Kawe Mehmûd wek axaftavan beşdar bun. Perlemantarê berê Sedat Yurttaş Moderatoriya vê rûniştinê dikir. Di vê rûniştinê da avabuna hevsengiyên nû li Rojhelata Navîn, Stratejiyên hêzên mezin yên navdewwletî li herêmê, hevrikiyên dewletên herêmê, şerê Xezeyê û egerê vikişîna DYA ji navçeyê û bandorên wê û ayîndeya Herêma Kurdistanê û serederiya kêşeyên hatinê pêş têr û tijî hatin munaqeşekirin.

Seqayê Siyasî Yê Piştî Hilbijartinên 31ê Adarê û Bandorên Wê  Li Ser Çareseriya Meseleya Kurd mijara rûniştina didu (2) yan bû. Dr. Cuma Çiçek, Dîrektorê Navenda Lêkolîna Rawest, Roj Girasun, Dr. Mesut Yegen axaftvanên vê rûniştinê bûn. Perlemantarê berê Necdet İpekyuz Moderatoriya vê rûniştinê dikir. Jibo siyaseta Kurd encamên hilbijartinên 25 salî,  encamên 31 ê Adarê û karigeriyên wê li ser hewlên çareseriya meseleya Kurd û cihê ku di meseleya Kurd da Tirkiye gehiştiyê hatin  behskirin.

 Piştî navbera xwarinê xilas buyi, rûniştina sisê (3) pêk hat. Mijara vê Runiştinê “Aqilê Siyasî Yê Kurd, Peydakirina Rêyek Nû” bu.  Moderatoriya wê Mahmut Bozarslan dikir. Di vê rûniştina dawiyê da Serokê Weqfa İsmail Beşikci ( İBV ) İbrahim Gurbuz, Nivîskar İsmail Beşikci û Siyasetvan Mesûd Tek wek axaftvan beşdar bûn.

Di rûniştina dawiyê da babetên Qonaxa Di Pêvajoya Dîrokî ya Têgehiştina Entelektûel/RewşenbîrÎ Ya Civaka Kurd Gehiştiyê û Bandora Wê Ya Li Hişmendiya Netewî û Dîrokî, Paşeroja Meseleya Kurdistan û Kurd, Hewceyîya Şêweyê Stratejiya ku Siyaseta Kurd Peyda Bike hatine munaqeşekirin.

Dawiya her rûniştinê beşdaran bi pirs û bersivên hatine dayîn babet hatin dewlemend kirin.

Dawiya Konferansê Endamê Lijneya Nivîsan Bayram Bozyel, jibo beşdarî û dewlemendkirina konferansê sipasiya hemî beşdaran kir. Jibo pêşhateyên têne pêş ku hizrek hevpar peyda bikin giringiya platform û konferansên hevşêwe diyar kir. Bozyel da zanîn ku ew dê lidor babetên konferansê û munaqeşeyên hatine kirin encamnameyekê belav bikin.

Konferans bi beşdariyek mezin pêk hat. Ji Diyarbekir û bajarên herêmê hejmarek berçav ya nûnerên Partiyên Siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, rêvebirên Komele û Odeyan, nivîskar, rojnamevan,rewşenbîr û kesayetiyên politik beşdar bûn. Çapemeniya Kurd ji nêzîk ve “Konferansa Meseleya Kurd; Çareseriyek Çawa” şopandin û bi weşanên zindî veguhastin û hevpeyvîn ligel gotarvanan çêkirin.

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik