10ê Xekalêva (30ê Adar) Roja Şehîdên Kurdistanê

10ê Xakelêve (30ê Adar) roja sêdaradana Pêşava Qazî û hevalên wî ye ji aliyê dewleta dagirkerê İranê ve.

10ê Xakelêve ji hînek partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê ve wekî Roja Şehîdên Kurdistanê tê yad kirinê.

Bi boneya 10ê Xakelêve, carekî dinê li ber hizura Pêşava û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin û pêyman nu dikin, ku rêbaza wan bernedin û pabendî wesiyeta Pêşawa Qazî bin.

Carekî dinê banga Parlamentoya Kurdistanê dikin, ku 10ê Xakalêvayê wekî Roja Şehîdên Kurdistanê rabigine, daku di vê rojê da hemu Kurd şehîdên xwe yad bikin.

Ruhê şehîdên Kurdistanê şad, yadê wan bilind û rêka wan berdewam be!

Şehîdên Kurdistanê Serwerê Me Ne!

30 Adar 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz