Banga Navendê Hevkarî Bo Neteweyê Kurd li Parçeyên Dinê

Parti û aliyên siyasî,

Şaxsiyet û rêxistinên sivil yên hemu perçeyên Kurdistanê,

Herweki dizanin, paş kuştina bi neheqi Jîna Emînî a 22 Sali ji aliyê hêzên ewlehiya zordar a Cumhuriyeta İslamiya Îranê, paş ragihandına mangirtina (greva) gişti, li hemu bajarên Kurdistana Rojhilatê û gelek bajarên Îranê, xelkê bêzarbûyi derketin kuçe û kolanan û li hemberê zilm û zardariya deshilatdarên Komara Îslamî seri hildan.

Em wekî Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ji Kurdên hemu parçayên Kurdistanê dixwazin, ku piştgiriya daxwaza reva a Kurdên Kurdistana Rojhilatê bikin, bi şiveyên guncav piştgiriya xwe vê xebata berheq a Kurdên Rohilatê rabigihinin.

Navendê Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê

30ê Xermanan 1401

21 Îlon 2022

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz