Berhema Xebata Hevbeş Serketin E

Konferansa Dudoyan a PSK di 13-14 Mijdara sla 2021an da li Amadê di bin diruşmê “Berxwedan, Hevra Xebat û Serketin” civiya û li ser xalên Rojeva Konferansê giftugo kir û biryar da ku, belavoka jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.

Di Rojhilata Navîn da hinek bûyerên girîng rûdidin, ku pêyvendiya wan bi dehatuya Kurdan ve heye. Vekêşana hêzên Amerîka û serketina Tevgera Sadr li Iraqê û hilbijartina Reîsî bona serokatiya Îranê, zexta Amerîka û Rusya bo Kurdên Rojava daku ligel Şamê rêkbikevin, pêgirtina Tirkiye li ser siyaseta xwe ya êrîşkar û dagirkerî li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji wan bûyeran in.

Li pêşiya Kurdan di warê bi dest xistina deskevtên netewî û demokratîk, qasê derfet metirsî jî heye. Pêvajoyeka hestyar û dijwar li benda me ne.

Îro çarenusa Kurdistana Bakur, Rojava û Başur, ji her demê pirtir girêdayiya hevudu ne. Li Rojhilata Navîn, her bernameya siyasî, bê li ber çav girtina Kurdan nikare bi serkeve.  Heya, ku pirsa Kurd nayê çareser kirinê, aramî û aşitî li Rojhilata Navîn cigîr nabe.

Bi gor bîr û baweriya Konferansê me, ji bona ku Kurdan ji derfeta hanê îstîfade bikin û bigihijine armancên xwe, pêdiviya piştgiriya navnetewî ne, divê her parçe yêkitiya xwe ya navxweyî ava bike û divê tevgera welatparêz a her parçeyê Kurdistanê ligel hêzên demokratîk û şoreşgerên wê welatê hevkariyê bike.

Sîstema Tirkiyê, ku îro nişana yêkitiya nijadperestên Tirk, Îslama siyasî û dewlet e, roj bi roj ber bi diktatoriya taqekesê ve diçe. Di “sîstema serokatî ya bi şîklê Tirk” da dezgeyên dadwerî bi gor daxwazên Sultan Erdoxan biryar dide. Êdî dadigehên Tirk tû ceza nade poles û leşkerên Tirk yên tawanbar.  

Rewşa Awerte, ku paş hewla kudutaya 15ê Tirmehê hatiye îlan kirin, bûye daîmî. Mafên mirov û azadiya bîr û bawerî têne binpê kirinê. Fişar li ser medyayê opozîsyonê roj bi roj zêde dibe, rojnamevan û nivîskar têne girtin. Li pêşiya xebata xwe rêxistin kirina zahmetkêşan têne girtinê û bi henceta nexweşiya Corona çalakiya xebatkaran tênê qadexe kirinê. Bi biryarnameyên Reisêcumhuri  ve Valiyan bûne padişah.

Wekhevî di warê perwerde û civat û aboriyê da gihiştiye asta here bilind û nerizayetiya civakî pirtir û bi hêztir kiriye. Jin û hevzayend her roj dikevine ber êrîşê û têne kuştinê. Êrîş bo ser pêkhatêyên ne Tirk û Musluman roj bi roj zêde dibe. Kurdên, ku li Rojavayê Tirkiyê ne, dikevine ber êrîşa nijadperestan.

Militarîze kirina Kurdistanê berdewam e. Her roj bi navên cuda operasyonên leşkerî têne çêkirinê. Zext û teda li ser siyaseta legal roj bi roj zêde dibe û berpirsên partiyan û rêxistinên sîvîl têne girtin. Çalakiyên siyasî, çandî û civakî têne qedexe kirinê.

Tirkiyê, ku di batlaxa Libya û Rojhilata Navîn da asê bûye, biryarên Dadigeha Mafê Mirov a Ewropa ci bi ci nake û roj bi roj ji Yêkitiya Ewropa dûr dikeve.

Deshilata Tirkiyê her ku diçe dirize û bona parastina xwe di nava civakê da tirs û xof belav dike. Daxwazên asayîbûn, dadwerî, guhartîn, demokrasî. Aşitî û azadî, bûye daxwazên piraniya cemaverê.

Kurdan, ka berê di siyasetê da amrazek bûn, herwekî netîceyê hilbijartina dawî a şaredariyê nişan daye êdî bûne fakterekê sazker.

Di rewşa hanê da erkên girîng li pêşiya tevgera siyasî ya Kurd hene. Ango bona ku Kurdên welatparêz ji derfetan îstîfade bikin û bîgijin armancên xwe, divê bi hevra kar û xebat bikin.

Bona vê yêkê Konferansê me carekî dinê bona bi dest xistina mafên netewî, cext li ser girîngiya hevkariya hêzên demokratîk, saziyên sîvîl, ronakbîr û kesayetiyên serbixwe kiriye.

Daxwazên asayî bûn, dadwerî, guhartin, demokrasî, aşitî û azadî, ku bûye daxwazên piraniya cemaverê, her usa daxwazên me Kurda ne jî. Bona vê yêkê divê em jî bo wan daxwazan xebat bikin. Ji ber ku asayî bûn, bi kar anina maf û azadî, bi kurtî sudê Tirkiyeyê demokrat bo me jî heye û rê li ber careseriya aşitiyane xweş dike.

Konferansê me carekî dinê cext li ser giringiya hevkariya tevgera welatparêz û hêzên demokrat û guhartinxwaz dike, bê evê ye ku, em tû caran erkê xwe yê serekî jî bîr nekin, ku bi dest xistina mafên netewî û demokratîk e.

21 Mijdar 2021

Konferansa Duduyan a

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz