Bes ji zilm û zorê re ji xizaniyê re û betaliye re!

Di 3ê Adarê endam û bi rêvabirên şaxa Amadê a PSK di bajar û kalanan da belavok belav kirin, ku ji bona bahati û zilm û zordariyê hatibû amade kirinê. Di belavokê da usa tê gotin:

Bes  ji zilm û zorê re!

Bes ji xizaniyê re û betaliye re!

Heyameke li Tirkiyê krizek aborî heye. Her roj betalî û xizanî zêdetir dibe. Sedemê vê rewşê desthilat e. Ew siyasetek çewt, tercîhên terefgir dimeşîne û helwestek pozberî, êrîşkar tetbîq dike.

Xizan û kedkar hêz nabînin ku, barê jiyanê hilbidin. Şik tune ku sedemên piştxwariya gel buhatî û zem in. Desthilat û hevalbendên wî  tu derdê karker, kedkar û feqîran xem nakin.  

Sedemê zêdebûna erişkariya li ser gele Kurd jî ev e. Sedemê bê edaletiyê û binpêkirina hiqûkê ji ev e.

Partiya AK, baca ku ji gel dicivînê, heyiyên welat, ji bo bilindkirina standarta jiyana gel na xercîne.

Ew, hebûna welat diyarîyê çend hevalbendê xwe dike. Bi siyasetek zordar, heyiyên welêt ji bo qurifandina civakê û ji bo çekdarbûnê serf dike.

Desthilatî li hundir û derva di siyasetek erîşkar û tund de israr dike. Çavê wî li biçûk kirina parça nane xelkê ye.  Di çareserkirina pirsa Kurd bi rêya şidettê de israrkirin, tenê rê li tevlihevbûna welêt venake, heman demê de gelê me xizantir dixe. Bi xwurtbûna şiddete, zem, feqîrî û dejenerebûna civake jî zede dibe.

Jiyanek şayan û bi xiret, mezinbûna nane sifra civakê, cîbicîbûna demokrasiye, bi çareserkirina pirsa Kurd û dabinkirina teminkirina aştiyê ve girêdayiye.

Xizanî Çarenûs Nîne!

Teqîna Her Bombayek, Avêtina Her Roketek Piçûkkirina Nanê Me Ye!

Hember derketina buhatî û zeman çıqas giring e, li hember siyaseta şer û êrîşkar jî, li hember çareserkirina pirsa Kurd bi şêweyê asasên şiddete derketin jî ewqas pêwist e.

Çareserkirina pirsa Kurd, ji bo herkesî destxistina derfetên starbûn, xwedibûn û perwerdebûnê; ji bo herkesî domandina jiyanek şayan, jiyanek serbilind mecbûrî ye.

Ji zilmê ra û zeman ra na!

Gavek zû zemên enerjiye bila bê paşta girtin!

Şertên jiyana hemû xebatkaran û kedkaran bila bê başkirin!

Bila deynê cotkaran bê xirabkirin û ji esnafan ra piştewaniya abori bê temînkirin!

Sibat 2022

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz