Bila Sala 2022 Bibe Sala Azadî û Aşîtiyê

Di sala 2021an da jî şewba Corona berdewam bû û bi mîlyonan kes ji ber nexweşiya hane mirin. Corona her usa di seranserê cîhanê da, hemu aliyên xirapkar û kêmasiyên sîstema sermayadarî zelaltir kir û bû sedema hejartir bûna hejaran, dewlemendtir bûna dewlemendan.

Sala 2021 li Tirkiyê, ku li ser sîstema îstîsmar kirina ked û unîter û ne wekheviyê hatiye damezrandinê û li jêr navê “sîstema serokatî bi şiveyê Tirk” ve ber bi rêvaberiya takekesî ve diçe, ji bona gelan salekê gelek dijwar bû.  

Di sala 2021an da li Kurdistana Bakur û Tirkiyê;

Qeyrana aborî kurtir û tevlîheviya civakî û siyasî, ku berhemên qeyrana aborî ne zêdetîr bûn,

Pêvajoya mîlîtarîze kirina Kurdistan û operasyona leşkerî berdewam bûn,

Li pêşiya xebeta legal a Kurd gelek asteng hatine derxistin, rêvabirên partiyên siyasî û komelên medenî hatine girtin,

Siyeseta êrîşkar û dagîrkeriya hikumeta AK Partî li Kurdistana Başur û Rojava berdewam bû,

Rewşa Awerte, ku paş kudutayê 15ê tîrmehê hatibû ragihandinê, bûye rewşa asayî, mafên mirov hatin pêpes kirinê, têda li ser medyayê opozîsyon zêdetir bû û rojnemevan û nîviskar hatine girtin,

Calakiyên mafxwaziyê ji hêla Valiyan ve, ku bi biryarnameya Sorokcumhur ve bibûn padişahek, hatina qedexe kirinê,

Di hemu waran da bi taybetî jî di warê perwerdeyî da ne wekhevî zêdetir bûn,

Kustina jinan, tundutijiya meran li ser jîn roj bi roj pirtir bûn,

Serbixweyiya dadigehan nema, dadigehan guhê xwe nedane biryarên Dadigeha Desturî û Dadigeha Mafên mirov a Ewropa. Dab û nerîteya bêsizayî a dadigehan, ku gava faîl dewlet û maxdur Kurd an Alewî an ne Misluman bin, berdewam bû,

Êrîş kirin li ser Kurdan u kuştına wan, ku di Rojavayê da dijin, roj bi roj pirtir bû,

Sîstem riziya û ligel xwe civakê jî rizand.

Guman têda nîne, di sala 2020anda Îtifaqa Cumhur bona parastina deshilatê xwesiyaseta xwe ya dagirkerî û êrişkariyê wê tundtir bike.

Lê bele em dikarin sala 2022ê bikine sala aramî, azadî û aşîtiyê.

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan bona ku sala 2022 li Kurdistan û Tirkiyê bibe sala aramî, azadî û aşîtiyê:

Bona nasandin û desteber kirina mafên netewî û demokratîk yên gele Kurd,

Ji bo dawî lê anina operasyonên leşkerî li Kurdistanê,

Bona rêz li girtina deskeftên netewî yên parçeyên dinê Kurdistanê û bi dawî lê anîna êrîş û siyaseta dagîrkeriyê,

Ji bona ji nav birina hemu astengên li ber mafên mirov,

Bona ku hemu girtiyên siyasî bêne berdan,

Bona hilgirtina tundûtijiyê li ser jinan û nasandina mafên wekhev bo jinan di hemû warên jiyanê da,

Ji bona nasandina hemu mafên bîr û bawerî û olî,

Bona ku zimanê siyaset ciyê zimanê tundutijiyê bigre,

Bona ku zahmetkeşan bi gor keda xwe haqdestiyê bistinin û bona dabîn kirina jiyaneka bi rûmet bo hêjaran, banga hemû welatparêzên Kurdistanê dike, ku yek bin û bi yekgirtiyê ciyê xwe di xebata guhartinê û demokrasiyê da bigrin.

31. 12.2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz