Daxistina Rudawê Mehkum Dikin

Rêveberiya Xweser kar û xebata Tora Medyayî Rudawê li navçeyê jêr desthilata xwe qedexe kir.

Evê êrişa yêkan nine, ku li ser medya û medyakaran tê kirinê.

Berê ji gelek caran karên usa ne demokratik hatibû kirin û bi taybeti Rudaw û karmendên Rudawê bûne armancên êrişa bi vî rengî.

Demek e pêvajoya êrîş li maf û azadiyên mirovi li Kurdistana Rojava berdewam e, bi taybeti azadiyên medyayî roj bi roj tê sinordar kirinê û tengtir dibe.

Çalakvanên sivil û berpirsên partiyên siyasî dikevine ber êrîşa dij-demokrasî û kirêt.

Daxistina Tora medyayê Rudawê pêpes kirina azadiya medyayî û pêşî lêgirtina mafên haydarbûn û informasyon girtinê ye.

Em Daxistina Rudawê û êrişên din yên dij demokrasiyê bo ser maf û azadiyên mirovî bi tundi mehkum dikin û daxwaz dikin, ku Rêveberiya Xweser herçi zutir dev jê karên usa û kirêt berde.

06 Sibat 2022

Buroya Çapemeniya

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK    

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz