Şeva 13.03.2022yê li dora seet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê. Li gorî agahdarîyên gelek çavkanîyan , van mûşekan ji nav sinorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekanjî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e. Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yê Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên muşekî.
Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştîye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahîya Telewîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.
Van êrîşên terorîstan ne tenê binpê kirina serweriya dewleta Iraqêû Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.
Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, bi van êrîşên hanê ve careke dinê nişan dane, ku li dijî pêşve çûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in li ser deskevtiyên vê beşa welatê me.
Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.
Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên Rojava û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (ÛSA) daxwazdikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.
Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan bilind bikin.
Daxwazên me ji hemû hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskevtiyên netewî yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşî lê girtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.
Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistanîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her alîyê cîhanê jî divê destkeftîyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.
13yê Adara 2022yê
- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)
Li Tirkiyê herku roja hilbijartinê nêzik dibe, êrîşên bo ser pêkhateyên ne Tirk û Misluman û penabêran jî zêdetîr dibin.
Li Tirkiyê roj nîne, ku penaberek neketibe êrîşa nijadperestiyê.
Di heyama du hefteyên dawî da, li Istanbulê goristaneka Cuhî hate kavil kirinê. Xortekî Ermenî a kêmendam kete ber êrîşê. Karkerê Kurd, ji ber ku heqdestiya xwe xwastiye hate birîndar kirinê.
Duhî jî bi şîklê organîze kirî, 6 cemxane û saziyên Alevî ketine ber êrîşê.
Êrîşên hanê ne bî tesadufî ne, ne jî karên hinek kesên meczup, sermest, dîn û dînik in, ku karbedestên Tirkiyê dibêjin.
Beravejî, êrîşên hanê berhema sîstema yekperestiya dewleta Tirk e, ku li ser bingeha Tirk- Misluman hatiye ava kirine.
Aleviyên Tirkiyê jî yek ji armancên sîstema hanê ne.
Ji roja avakirina xwe vir de, dewleta Tirk bi gor roporên, ku derheqa Aleviyan da hatine amade kirinê, kar û xebat dike. Bi gor roporên hanê siyaseta haşa kirinê, asîmîlasyon, îmha û jenosîdê bi rêva dibe, dixwaze Alevî bike Misluman û Aleviyên Kurd jî bike Tirk û Misluman.
Qetlîema Qoçkîrî, jenosîda Dêrsîmê, pogromên Meletye, Çorum, Maraş, Madimak û Gazî berhema siyaseta hanê ya dewleta Tirk in.
Û êrîşên hanê hevdem ligel operasyon û êrîşa dewleta Tirk li Kurdistana Bakur, Başur û Rojava têne kirinê.
Îttifaka cumhur bi êrîşên hanê û bi rêva birinina siyaseta qirjî û çavlê girtina ajevegeriyê ve dixwaze desthilata xwe biparêje.
Bê guman herku roja hilbijartinê nêzîk dibe, êrîş û ajaveyên bi vî rengî wê zêde bibin.
Hestyarî li hember ajavegeriyê û halwesta pêgir li hember êrîşên dewletê, nahele İttîfaka Cumhur bigîhîje armanca xwe.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan êrîşên dawî bi tundî mehkum dike û jî hêzên welatparêz, demokrat, aşitîxwaz û azadîxwazan daxwaz dike ku dengê xwe li hember êrîşên hanê bilind bikin.
PSK, carekî dinê daxwaz dike, ku hemu mafên olî û çandî a Aleviyan bê qeyd û şert bêne nasin û piştgiriya xwe xebata saziyên Alevî yên di vî warî da carekî dinê radigîhine.
31.07.22
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê