Divê Peymana Şengalê Were Ci Be Ci Kirinê

Deng û bahsên navçeyê radigihine, ku di nava Erteşa Iraq û Yekîneyên Berxwedana Şîngalê (YBŞ) da şer destpêkiriye û nişteciyên Şengalê yên sîvîl, ku paş avereyî û penaberiyeka dirêj vegeriya bûn ser malên xwe, ketine ber êrîşê û dîsa avare û derbeder bûne.

Her wekî tê zanin, paş êrîşa DAIŞê deshilata navendî li navçeyê Şengalê nema bû. Paş rizgariya Şengalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên navxweyiya navçeyê bibûn desthilatdar.

Paş rizgariya Şengalê, PKK-KCK destê xwe di nav kar û barên navxweyiya Şengalê têverda û xwast bibe desthilatdarê navçeyê û bi vî avayî bûye sedema nakokî û kêşeyên kûr. Dewleta Tirk jî bi henceta hebûna PKK-KCK gelek caran êrîş kire ser herêmê.

Siyaseta hanê a PKK-KCK û şerê dawiyê bo hikumeta navendiya Iraqê rê xweş dike, daku li Şengalê desthilata xwe bi hêztir bike.

Em PSK dengê xwe tekel bi dengê Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Elyas dikin, ku dibêje “Em bang li hikûmeta Iraqê û aliyên din dikin ku jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin, yasayên navdewletî li ber çav bigirin, milmilaneyên çekdarê ji bajar û navçeyên sivîlan dûr bixin, bi taybet ku gelek ji van malbatan nû vegeryane, nû herêmê ne.”

„Em bang li aliyan dikin ku zimanê diyalogê bi kar bînin da ku pevçûnên çekdarî bi dawî bibin û aramî û aştî li herêmê pêk were.

“Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikin ku çareseriyeke rîşeyî ji herêma Şingalê re bibînin ku heta niha ji ber encamên komkujiyan û êrîşên DAIŞê dinale.”

Şengal Kurdistan e û divê ji aliyên nişteciyên herêmê ve were îdare kirinê.

Em wekî PSK daxwaz dikin, ku xalên Peymana Şengalê bi beşdariya nişteciyên Sengalê ve werin ci be ci kirinê.

Divê PKK-KCK dev jê siyaseta xwe sapandinê berde, rêz li Peymana Şengalê û vîna gelê Şengalê bigre.

03 Gulan 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz