Divê Zimanê Kurdî Li Kurdistanê Bibe Zimanê Fermî

Îro 21ê Sibat e, Roja Zimanê Zikmakî a Cihanî ye.

Di vê roja Zimanê Zikmakî da jî zext li ser lî ser ziman û çanda Kurd berdewam e.

Îro jî yên, ku bi Kurdî diaxivin dikevine ber êrîş û gefa faşîst û şovenên Tirk.

Di hinek zaningehan da beş û navend û enstîtuyên kurdî hene, mamostayen Kurdî hatine perwerde kirinê. lê belê mamostan nayên tayîn kirinê, ji ber ku Kurdî ne zîmanê perwerdeyî ye.

Radyo û qanalên TV yên taybet a Kurdî ru bi ruyê gelek asteng in, têne daxistin, mercên giran bi taybetî bona bernameyên zarokan têne danin û ji wan têne xwastin, ku giraniya bername wan divê bi Tirkî be.

Kovar, rojname û malperen Kurdî têne gedexe kirinê.

Dewleta Tirk, ku rola ziman di geşbûna nasnameya netewî da têgihiştiye, gelek xalên peymana Zarokan a Koma Miletan, bi taybetî padend bûn bi mafe perwerde bi zimanê zikmakî îmze nekiriye.

Dewleta asimilasyonist her usa pabendî Peymana Yekîtiya Ewropa a di vî ware da jî nine.

Siyaseta asimilasyonê, ku dewleta Tirk li ser vê hatiye damezrandin, bi gelek şive berdewam e. Ji bona vê yekê parastina ziman û çanda Kurd erkê serekiya hêzên welatparêz e.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK bi boneya 21 Sibat Roja Zimanê Zikmakî a Cihanê banga hêzên demokrat û welatparêz, saziyên sîvîl, ronakbîr, nivîskar, helbestvan, hunermend û kesayetiyên niştimanperwer dike, ku bona parastin û pêşve birina ziman û çanda Kurdî,

Bona cigir kirina deskevtê, ku encama kampanyayê dersê bijarte ye, destê xwe bidine hevdu.

Divê zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî!

Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxen perwerdeyiyê da bibe zimanê perwerde!

21 Sibat 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz