Dr. Qasimlo Nemir E

Li ser şehîd kirina Sekreterê Gîştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îran$e (HDKÎ) Dr. Abdulrehman Qasimlo, Endame Komîta Merkezî Ebdulla Qadrîazer û mamostayê zanko Dr. Fazil ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Cumuhuriyeta Îslamî a Îranê ve, 33 sal derbas bûn.

Xeyala rejîma Îranê ev bû, ku bi şehîd kirina Dr. Qasimlo ve xebata HDKÎ bo azadiya Kurdistana Rojhilatê têk diçe. Lê belê xebat û berxwedana şagirt û hevsengerên Qasimlo nehiştin, ku rejîma axundan bigihije armanca xwe û alayê xebata Qasimlo û hemu şehîdên Kurdistanê bilind ragirtin.

Em bi boneya salvegera sîûsîsêyan a şehîd kirina Dr. Qasimlo û hevalên wî carekî dinê, bi tundî Rejîma Cumhuriyeta Îslamî a Îranê mehkum dikin û ji hikumeta Avusturyayê daxwaz dikin, ku dosyayê şehîd kirina Qasimlo ji nu ve veke û kujeran bo bîrûrayê cîhane binasine.

Baştirin diyari bo şehîdan berdewam kirina xebatê wan e.

Em piştrast in, ku şagirt û hevsengerên Şehîd Qasimlo, sengera xebatê bernadin û alayê Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bilind radigrin.

Îro baştirin yadkirina şehîd Qasimlo serxistina proseya “yekxistina rêfên demokratan” e.

Em piştrast in hevsengerên Şehîd Qasimlo mîzgîniya ”yekxistina demokratan” wê bidin û dilê kurdan şad dilê dijminan reş bikin.

Şehîd Dr. Qasmlo hemu şehîdên Kurdistanê nemir in.

13.06.2022

PSK-Partiya Sosyalît a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz