Em êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin

Şeva 13.03.2022yê li dora seet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê. Li gorî agahdarîyên gelek çavkanîyan , van mûşekan ji nav sinorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekanjî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e. Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yê Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên muşekî.

Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştîye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahîya Telewîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.

Van êrîşên terorîstan ne tenê binpê kirina serweriya dewleta Iraqêû Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.

Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, bi van êrîşên hanê ve careke dinê nişan dane, ku li dijî pêşve çûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in  li ser deskevtiyên vê beşa welatê me.

Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.

Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên Rojava û bi  taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (ÛSA) daxwazdikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.

Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan  bilind bikin.

Daxwazên me ji  hemû  hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskevtiyên netewî  yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşî lê girtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.

Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistanîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her alîyê cîhanê jî divê  destkeftîyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.

13yê Adara 2022yê

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz