Em êrîşên Îranê yên li ser partîyên Rojhelatê Kurdistanê şermezar dikin

Em êrîşên Îranê yên li ser  partîyên Rojhelatê Kurdistanê şermezar dikin

Artêşa Îranê carek din baregehên partîyên Rojhelatê Kurdistanê (HDKÎ û Komele) yên li Koyê û Silêmanîyê bombebaran kir. Di encama van erîşan da heta nuha kesekî mirîye û 8 kes birîndar bûne. Em wek PSK van êrîşên İranê yên li ser  partîyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.  Serxweşîyê li bira partîyên Rojhelatê Kurdistanê dikin û ji kesên birîndar ra şîfa xêrê dixwazin.

Rejîma Xwînrij  li hemberê serhildana gelên Îranê ya meşru û girseyî ketîye tengasîyê û dixwazê bi van êrîşên hanê balê ji hundir bikişîne derveyê Îranê. Ev êrîş nişaneya qelsbûna rejîma paşverû ye.

Herwisa desthilatdarîya li Îranê bi êrîşên li ser kampên partîyên Rojhelat yên li Koye û Silêmanîyê serwerîya axa Herêma Kurdistanê û Irakê binpê dike, hiquqa navneteweyî tune hesab dike.

Em carek din bangê li Hikumeta Bexdayê, Milettên Yekbûyî û hemî dezgeyên navneyeweyî dikin daku li himber êrîşên hovane yên rejima Îranê derkevin û pêşî destdirêjîya li himber partîyên Rojhelatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bigirin.

14.11.2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz