Li Diyarbekirê 21 mamosteyên Kurd ji aliyê Wezareta
Perwerdehîyê ya Tirkîyeyê ve ji kar hatin avêtin. Ji bo vê tu hincetêk jî nehat
diyar kirin.
Em vê helwesta neheq û bêhiqûqî bi tûndî şermezar dikin. Helbete jikaravêtina 21 mamosteyên Kurd zilm û
neheqîya ewil nîne. Di van çar salên dawî da bi hezaran mamoste û karmend ji
kar hatine avêtin û piranîya wan di rewşeke pir xedar da jîyana xwe didomînin.
Ev demeke dirêj e ku jikaravêtin wek pergaleke dewletê tê
bikaranîn.
Armanc di nav welatperweran de xurtkirina tirsê û
belavkirina bêkarîyê ye, cezakirina gelê Kurd e. Divê dagirker bizanibin ku
miletê me bi van tehdîdan dev ji doza xwe ya rewa bernade.
Em carek din helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş
dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin.
Divê demek zûtir mamosteyên ji kar hatine avêtin vegerin ser
kare xwe.
02.12.2021
Tevgera Demokratik a
Kurdistan-TEVGER,
Partiya Azadiya
Kurdistanê-PAK,
Partiya Demokrata
Kurdistan-PDK-BAKUR,
PÊLKURD,
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan-PSK