Hejmara Kovara DENGê a 125an derket.

Merheba,

Rojeva me vê carê jî germ û tije ye.

Di vê hejmarê da em zêdetir li ser du mijaran sekinîn. A ewil pêvajoya şerê Rusya û Ukraynayê, a diduyan jî pêşnîyara 6 partîyên muhalefetê a bi navê Sîstema Parlamenterîyê ya Bihêzkirî.

Nivîskarê me Bayram Bozyel di vê hejmarê da dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rusyayê ve û encamên wê bi hûrgulî nivîsî. Rêzdar Hasan Yıldız jî vê mijarê ji aliyekî din ve nirixandîye.

A.Haydar Fırat jî pêşnîyara 6 partîyên muhalefetê a derbarê sîstemê şirove kir. Me derbarê eynî mijarê da bi rêzdar Mesut Yegen ra hevpeyvînekê berhemdar çêkir.

Her wisa me di vê hejmarê da cî da kuştina Şêx Abdurehîm û hevalên wî  ku di sala 1937an da qewimî bû. Nivîsa ku Saîd Veroj bi Zazakî nivîsîye, dîroka nêzîk ji gelek aliyan ve ronî dike.

Wekî din di vê hejmarê da nivîsarên Nasır Kemaloğlu, A. Mecid Durmuş, Umit Tektaş, Dîyar Budak û Mehmed Bayrak cî digrin ku her yek ji wan asoya meriv fireh dikin.

Di 75 saliya şehadeta Qazî Muhamed da me Wesîyetnama wî ya jibo gelê Kurd belav kir.

Di axîrî da hinek nirxandinên hêja yên derbarê kampanyaya jibo dersa Kurdî û encamên wê  û deklarasyona PSKê a bi navê Jı Bo Azadî, Demokrasî Û Aşîtiyê Banga Çareseriyek Lezgîn di vê hejmarê da cî digre.

Em hêvî dikin ku dema bixwînin û hûn ê biecibînin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz