Hevditina PDK û PSK

Di heyama serdana xwe a Kurdistana Başurê da, Heyeta PSK ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Cigirê Serokê Gişti Tayyip Kizilyildiz, Endamê Desteyê Kargerî ya Navendi Zeynel Yeşiltepe, Endamê Meclisa Partiyê Mehmet Baydar, Nunerê PSK li Herêma Kurdistan Weli Colemergî û kadrê PSK Celal Yildiz pêkhatî bû di 04.10.2002an da serdana Polit Buroya Partiya Demokrata Kurdistan-PDK kir.

Û ji aliyê heyeta PDK, ku Sekreterê Polit Buroya PDK Fazil Mîranî, endamên Polit buro Mahmud Mehemed û Zaîm Eli, Endamê Serokatî û berpirse Mekteba Peyvendiyên Kurdistanî Eli Husen, berpirsê Pêyvendiyên Derweyê PDK Hoşyar Sêweli û kadrê Mekteba Pêyvendiyan Nizar Botan pêşwaziya heyeta PSK kirin.

Dı hevditina herdu heyet da, ku bi atmosferekê germ û samîmî da pêkhat, herdu heyet bîr û boçûn û pêşniyarên xwe yên darbarê rewş û pekhateyên siyasî yên navçe û Kurdistanê pêşkeşê hevudu kirin.

Heyeta PSK her usa dawetnameya PSK a bo Kongraya Sisê a PSK pêşkeşê PDK kir.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz