Heyeta Hevbeş a PAK PSK TDK-Tevger Serdana KKP Kir

Heyeta Hevbeş a PAK, PSK, TDK-Tevger, ku ji Mesud Tek, Vahît Aba, Yusuf Aydin û Bayram Bozyel pêkhatibû, di 15 Adarê sala 2022an da serdana KKP-Partiya Komunîsta Kurdistan kir. Heyeta KKP, bi serokatiya Serokê Gîştî Sînan Cîftyurek pêşwaziya heyeta hevbeş kir.

Heyeta Hevbeş reşnivîsek bi navê “Ji Bo Rê Li Ber Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê Vebe, Em Li Ser Daxwazên Xwe Yên Acîl Hêza Bikin Yek”, ku ji aliye PAK, PSK û TDK-Tevger ve, bona pêkanina navendeka Kurdî hatibû amade kirinê pêşkeşê KKP kir.

Serokê Giştî a KKP Sînan Cîftyurek derbareyê serdana hanê xweşhaliya xwe nişan da û cext li ser hevkariya hêzên Kurdistanê kir.

Seredana heyeta hevbeş bo rêxistinên siyasî yên Kurd wê berdewam be.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz