Heyeta Hevbeş a PAK, PSK, TDK-Tevger Serdana Partiya Demokrat a Kurd Kir

Di 25ê Adarê heyeta hevseş a PAK, PSK, TDK-Tevger, ku ji Mesud Tek, Vahît Aba û Yusuf Aydın pêkhatibû, li Amedê Serdana Partiya Demokrat a Kurd kir.

Heyeta Partiya Demokrat a, Kurd, ku bi serokatiya Serokê Parti Reşît Akici da jı suheyla Bıngol, Hasan Yapmaz, M. Sukru Aslan, Ramazan Esenkuş û Nayif Aslan pêkhatibû, pêşwaziya heyeta hevbeş kir.

Heyeta hevbeş resnivîsa xwe ya ku bona pêkinana navendekû Kurd jı jêr navê “Ji bo Rê Li Ber Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê Vebe, Werin Em Li Ser Daxwazên Xwe Yên Acîl Hêza bikin Yek” da amade kiribû pêşkeşê Partiya Demokrat a Kurd kir.

Serokê Partiyê Reşit Akici derbareyê serdan û xebata heyeta hevbeş xweşhaliya xwe eşkere kir.

Paşê herdu heyet li ser rewşa Kurdistanê di nava xwe da sohbet kirin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz