Heyeta PAKê Serdana PSKê Kir

Li ser navê PAKê heyetêk ku ji Cihgirên PAKê Nurullah Timur, Vahit Aba, Berdevkê PAKê Hanifi Turan û ji hevalên xwe pêk hatibûn, roja 05.11.2022 li Amedê serdana PSKê kirin. Li ser navê PSKê Serokê Giştî Bayram Bozyel, Serokê Berê Mesut Tek û revebirên PSKê peşwaziya mêvanan kirin.

Di serlêdanê da heyeta PAKê, Serokê Giştîyê PSKê Bayram Bozyel û Meclisa Partîyê ya nû ku di Kongreya Sêyemîn a PSKê da hatibûn hilbijartin, pîroz kirin û jibo rêveberîya nû serkeftinê xwestin.

Serokê PSKê Bayram Bozyel jî jibo ziyaret û beşdarîya Kongreya Sêyemîn a PSKê spasîya xwe pêşkêşê PAKê kir.

Di ziyaretê da herwisa rewşa Kurdistanê, xebatên jibo tefaqa Kurdî û mijarên din hatin xeberdan û bawerîya derbarê pêwendîyên xurt di navbera herdu partîyan da hate dubarekirin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz