Heyeta PSK Serdana Mesud Barzanî Kir

Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Endamê Desteyê Kargerî ya Navendî (DKN) A. Mecît Durmuş, Endamê Meclîsa Partiyê Bahattîn Turan û Nunerê PSK li Hewlêrê Velî Koparan pêk hati bû, roja Şembîyê (09.01.2022) li bargeha xwe serdana Serok Mesud Barzanî kir.

 

Di hevditinê da Mesud Tek, bîr û boçûnên Partiya ya xwe yên derheqa rewşa siyasiya Tirkiyê, Kurdistana Bakur û hevkarîya hêzên Kurdan û pêşnîyarên PSK yên darbareyê çareseriya pirsgîrêkan pêşkeşê Kak Mesud Barzanî kir.

 

Serok Barzanî jî bîr û bawerîyên xwe yên derheqa buyêrên navçe bi heyeta PSK parve kir û çext li ser hevkariya hêzên Kurd kir.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz