Jenosîda Halebce Nayê Ji Bîr Kirinê

16ê Adarê bo me Kurdan rojeka reş e.

34 sal berê niha, di sala 1988an da firokeyên cengî yên rejîma BAASê bi çekên kîmyevî ve êrîş kirin ser bajarê Halebce.

Di encama êrîşa hanê da bi hezara jin, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan, bûne qurbanên çeken kîmyevî û bi dehan hezar jî birîndar bûn, ku heya niha ji  birîna bedenî û deruniya hinek ji wan sarij nebûye.

Çekên kîmyevî, dar û bêrên, deşt û zozanên, av û hewayê Halebce herîmand, ku bandora wê îro jî berdewam e.

“Kareseta Halebce” bi temami jenosîd e.

Rejima BAAS jenosîda hanê bi alikariya hinek dewletan û li ber çavê bîrurayê cîhanê encam da.

Hingê çû dewlet, sazî û dezgeyên navnetewî guhê xwe nedane hewara Kurdan, bê deng man û bi vî awayî bûne şîrîkê rejîma xwinxwar û Kurdkujî BAASê.

Çend berpirsên BAASê yên ku jenosîda Halebceyê encam dane û şîrketên Ewrupî hatine dadîgeh kirinê.

Lê belê dilê me hêj aram nebûye, ji ber ku hemu berpirsên navxweyî û derweyê jenosîdê ne hatine destnişan û dadigeh kirinê.

Hêşta dewleta Iraq li tawanê xwe mukir nehatiye û bona qerebo kirina ziyanê qurbaniyan tiştek nekiriye.

Ji bona vê yekê divê Hikumeta Herêma Kurdistan û hemu partiyên siyasî û komelên diyasporayê, bi hevra bona dadigeh kirina hemu tawanbaran di Dadigeha Tawanên Navnetewî da, ji bo qerebo kirina zirarên qurbaniyan, bona naskirina 16ê Adarê wekî roja jenosîda Kurdan bi çekên kîmyewî ve ji aliyê UNê ve, kar û xebatê bikin.

Ev yêka baştirin şiveyê bi bîranina Kareseta Halebce ye.

Em carekî dinê li ber hizura şehîdên Halebceyê qirnoş dibin.

16 Adar 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz