Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Em, îro ji bo ku bernameya "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî" ji gelê xwe re ragihînin li gel hev in.

90 sal beriya niha 15'ê Gulana 1932'yan, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir.

Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsandin.“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me  bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin"

Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû.

Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan were jiyandin û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2007'an de 15' Gulanê "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiriye û  her sal vê rojê bi rihê neteweyî pîroz dike.

Êm ê îsal jî vê cejnê di rojên navbera 8 û 16'ê Gulanê de hefteyekê, bi heman rih, coş û kelecanê pîroz bikin.

Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî tên meşandin in.

Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. 

Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de,  pewiste zagonên bingehîn en ku li  pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi.

 *Platforma Zimane Kurdî. ji neh parti u tevgeren siyasi pêk te:

PAK(Partiya Azadiya Kurdistan). HDP(Partiya Demokratika Gelan). PSK(Partiya Sosyalista Kurdistan) PDK_T(Partiya Demokrata Kurdistan- Tirkiye) PA(Partiya Azadi) KKP (Komunist Partiya Kurdistane) PİA (Partiya İnsan u Azadi. DBP(Partiya Heremen Demokratik.) PDK- Bakur( Partiya Demokrata Kurdistan- Bakur.)

* Tora Ziman û Çanda Kurdî,* Med-Der,* Enstîtuya Kurdî Ya Amedê,* Komeleya Wêjekarên Kurd,Maseya Weşangeran,Maseya Çandê,Maseya Hunerê,Maseya Ziman û Perwerdeyê,Maseya Odeyên Pîşeyî,Maseya Akademîsyen û sosyo Lengûîstîk,Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan,Maseya Karsazan,Maseya Ragihandinê,Maseya Saziyên Jinan,Maseya Saziyên Zarokan,Maseya Kirmanckî/Kirdkî,Maseya Tenduristiyê  em ê bi hemû pêkhateyên xwe hefteya di navbera rojên 8 û 16'ê Gulanê bi rengê mîhrîcana Zimanê Kurdî, bi Panel, Meş, Şano û Şahiyan pîroz bikin.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedûîderketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyên Cejna Zimanê Kurdî bibin, govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayîkên ku sembol û nîşaneya "Zimanê Dayikê" ne, bikin.

Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê;

Bi Kurdî Biaxivin,

Bi Kurdî Bixwînin,

Bi Kurdî Binivîsin,

Bi Kurdî Bijîn.

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd Pîroz be...

 ê Gulanê

Amed

Platforma Zimanê Kurdî                            

Tora Ziman u Çanda Kurdî

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz