Komara Kurdistan Li Amedê Hat Bi Bîranin

“2ê Rêbendan” salroja ilan kirina Komara Kurdistan, lı Amadê bi mêrasimê va hat bi bîranin. Merasim ji aliyê Şaxa Amedê a PSK ve hat amade kirin.

Merasimê bi bîranine, di 21.01.2022an da di avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Şaxa Amedê hat çêkirin.

Serokê Giştî a PSK Mesud Tek di merasimê da gotorek Pêşkeşê beşdarên merasimê kir.

Mesud Tek di axaftına xwe da bı kurtî behsa rewşa siyasi û navçeyî a dema Komar û ragihandına Komar, rola Pêşava Qazî û HDK-Îran, pêyvendiya Komar ligel welatên ciran û giringî û destkevtiyên Komar kir.

Pêwîst e bê gotin, nunerên Partiya Komunista Kurdistan-KKP, Partiya Azadiya Kurdistan-PAK, Partiya DEVA û Partiya Saadet jî beşdarê merasimê bûn.

 

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz