Di 3ê Adarê endam û bi rêvabirên şaxa Amadê a PSK di bajar û kalanan da belavok belav kirin, ku ji bona bahati û zilm û zordariyê hatibû amade kirinê. Di belavokê da usa tê gotin:
Bes ji zilm û zorê re!
Bes ji xizaniyê re û betaliye re!
Heyameke li Tirkiyê krizek aborî heye. Her roj betalî û xizanî zêdetir dibe. Sedemê vê rewşê desthilat e. Ew siyasetek çewt, tercîhên terefgir dimeşîne û helwestek pozberî, êrîşkar tetbîq dike.
Xizan û kedkar hêz nabînin ku, barê jiyanê hilbidin. Şik tune ku sedemên piştxwariya gel buhatî û zem in. Desthilat û hevalbendên wî tu derdê karker, kedkar û feqîran xem nakin.
Sedemê zêdebûna erişkariya li ser gele Kurd jî ev e. Sedemê bê edaletiyê û binpêkirina hiqûkê ji ev e.
Partiya AK, baca ku ji gel dicivînê, heyiyên welat, ji bo bilindkirina standarta jiyana gel na xercîne.
Ew, hebûna welat diyarîyê çend hevalbendê xwe dike. Bi siyasetek zordar, heyiyên welêt ji bo qurifandina civakê û ji bo çekdarbûnê serf dike.
Desthilatî li hundir û derva di siyasetek erîşkar û tund de israr dike. Çavê wî li biçûk kirina parça nane xelkê ye. Di çareserkirina pirsa Kurd bi rêya şidettê de israrkirin, tenê rê li tevlihevbûna welêt venake, heman demê de gelê me xizantir dixe. Bi xwurtbûna şiddete, zem, feqîrî û dejenerebûna civake jî zede dibe.
Jiyanek şayan û bi xiret, mezinbûna nane sifra civakê, cîbicîbûna demokrasiye, bi çareserkirina pirsa Kurd û dabinkirina teminkirina aştiyê ve girêdayiye.
Xizanî Çarenûs Nîne!
Teqîna Her Bombayek, Avêtina Her Roketek Piçûkkirina Nanê Me Ye!
Hember derketina buhatî û zeman çıqas giring e, li hember siyaseta şer û êrîşkar jî, li hember çareserkirina pirsa Kurd bi şêweyê asasên şiddete derketin jî ewqas pêwist e.
Çareserkirina pirsa Kurd, ji bo herkesî destxistina derfetên starbûn, xwedibûn û perwerdebûnê; ji bo herkesî domandina jiyanek şayan, jiyanek serbilind mecbûrî ye.
Ji zilmê ra û zeman ra na!
Gavek zû zemên enerjiye bila bê paşta girtin!
Şertên jiyana hemû xebatkaran û kedkaran bila bê başkirin!
Bila deynê cotkaran bê xirabkirin û ji esnafan ra piştewaniya abori bê temînkirin!
Sibat 2022
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesud Tek, di 19ê Xezîranê li İzmîrê beşdarê konferansa “Bûyerên Siyasiyên Dawî Li Tirkiyê û Halwesta Kurdan” bû û bîr û baweriya xwe li ser bûyer û pêşhateyên Kurdistan û Tirkiyê pêşkeşê beşdaran kir.
Gelek nunerên partiyên siyasî û saziyên sîvîl beşdarê konferansê, ku ji aliyê Şexa İzmîr a PSK ve hatibû amade kirin di Salona Kovara Deng da bi rêva çû, bûn.
Mesud Tek di axaftina xwe da behsa rewşa siyasî a dawî kir û got, ku li pêşiya tevgera azadiya Kurdistanê pêvajoyeka dijwar, derfet û metirsî hene.
Mesud Tek di berdewamiya axaftina xwe da usa got: “Kurd li Kurdistana Bakur hertim li ber du bijarde, xirap û xiraptir da bû, îro ew rewş hatiye guhartin û cî û qiymeta kurd di siyasetê da firehtir û qehîmtîr û carenussaz bûye. Kurd bona, ku ji vê derfetê îstîfade bike û daxwazên xwe yên netewî û demokratîk bi destxe, divê destê xwe bide hevdu û navendeka Kurdî ava bike.”
Tek, bahsa xebata ava kirina navendeka Kurdî a PAK, PSK, TDK-Tevger kir û got, ku “xalên hevbeş yên partiyên Kurd ji xalên ciyawaz pirtir e û li pêşiya navendeka hanê çu asteng nîne û divê hewlê mîcîd bê dayinê.
Mesud Tek, di dawiya axaftina xwe da behsa şerê Rusya-Ukrayna û karigeriya şerê hanê li ser pirsa Kurdistanê kir û usa got: “Nirxa çavkaniya xaz û nefta Kurdistanê bilind bûye û bala dewletên Ewropa bo ser xwe dikşine. Hikumeta Herêma Kurdistanê divê ji vê rewşe îstîfade bike, bona vê armancê jî divê ligel aliyên siyasiyên din yên Başûr ve gavan bavêje. Herêma Kurdistan çiqas hewcedarê Tirkiyê ye, Tirkiyê jî evqas hewcedarê Herêma Kurdistan e.”
Mesud Tek di dawiya civînê da bersîva pirsên beşdaran da.