Deng Dergisinin 123. sayısı yayınlandı

Merhaba,

Her zamanki gibi dünyada ve bölgemizde önemli gelişmeler yaşanıyor. Son dönemin en sıcak tartışma konusu hiç kuşkusuz Afganistan. ABD’nin Afganistan’dan çekilmesi benzer bir durumun Irak ve Suriye’de de yaşanabileceği ve bunun Kürtler bakımından ne tür sonuçlar doğurabileceği tartışmasını tetikledi.

Türkiye’de ise Kürt karşıtlığı tehlikeli bir tırmanış içinde. İktidar çevrelerinin Kürtleri ve siyasi aktörlerini hedef alan söylemleri sokakta Kürtlere toplu katliam ve linç girişimleri şeklinde hayat buluyor. Özel olarak Kürtler, genelde demokrasi ve değişimden yana muhalefetin nefes alması bile giderek zorlaşıyor.

Öte yandan Kürdistanı parçalayan Lozan Anlaşması’nın yüzüncü yılına az kaldı. Kürt siyasal aktörleri ve aydınları şimdiden bu konuyu gündemlerine alarak tartışıyorlar.

Söz konusu başlıklar çerçevesinde yazarımız Bayram Bozyel, ABD’nin Afganistan’dan çekilme sürecini ve bunun Güney ve Güneybatı Kürdistan üzerindeki etkilerini irdeleyen bir makale yazdı.

Ayrıca, Deng Dergisi olarak Türkiye’nin dışında ve içinde yaşanan birçok gelişmeyi, bütün bu süreçleri yakından izleyen Prof. Mesut Yeğen ile konuştuk ve yaptığımız röportaja bu sayıda yer verdik.

Yazarlarımızdan Mesud Tek, Kürt hareketinin karşı karşıya bulunduğu tabloya ve yapması gerekenlere ilişkin bir makale ele aldı.

Lozan Antlaşması’nın 100. Yılına yaklaşırken, bu konuyla ilgili biri Hasan Yıldız ile yapılan röportaja, diğeri ise Şeyhmus Özdemir’in yazdığı yazıya yer verdik.

Bu sayıda ayrıca Mazhar Kara, Ümit Tektaş, Mehmet Bayrak, Kavûs Ezîzî, Nasır Kemaloğu ile Munzur Çem’in farklı konulara ilişkin değerli değerlendirmeleri yer alıyor.

Son olarak Ebdulrehman Qasimlu’nun ünlü Kürt şairi Hêmîn üzerine yazıp Ziya Avcı’nın Kurmanciye çevirdiği bir çalışmaya yer veriyoruz.

Okuyunca beğeneceğinizi umuyoruz.

Merheba,

Wek her carî li dinyayê û herêmê gelek bûyerên girîng diqewimin. Ji mijarên dawîn ya herî germ şik tuneye ku Efganîstan e. Piştî vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê, bibe nebe pirsa Kurdistanê kete rojevê. Gelo dê Emerika ji Irak û Suriyê jî vekêşe, ger vekêşe dê tesîreke çawa li ser tevgera Kurd bike?

Li Tirkiyê jî dijayetîya Kurdan her diçe zêde dibe. Her cara ku rêvebirên dewletê zimandirêjîya Kurdan dikin, nîjadperestên Tirk Kurdên sivil qetl dikin yan jî linç dikin. Rewş hatîye qonaxeke wisa ku ne tenê Kurd, demokrat û aştîxwazên Tirkan jî êdî nikarin bêhn bigirin.

Li aliyê din sedsalîya Peymana Lozanê ku bûbû sedemê perçekirina Kurdistanê nêzîk dibe. Aktorên siyasi û ronakbîrên Kurdan ji anha ve li ser vê mijarê nîqaş dikin û gur dibin.

Di vê çarçoveyê da nivîskarê me birêz Bayram Bozyel li ser mijara vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê û tesîra wî li ser tevgera Kurd maqaleyek nivîsî. Her wisa me wek Kovara Dengê li ser bûyerên dawî yên li hundir û derve bi birêz Prof Mesut Yegen ra hevpeyvînek çêkir.

Birêz Mesud Tek jî ji bo vê hejmara Dengê rewşa sîyasî ya li Tirkîyê û Kurdistanê analiz kirîye û di nivîsara xwe da erkên Tevgera Kurd raxistîye li ber çavan.

Birêz Hasan Yıldız û Şeymus Ozdemir jî bi minasebeta 98 saliya wê, li ser Peymana Lozanê bîr û raya xwe ji xwendevanên me ra parvekirine.

Herwisa di vê hejmarê da gotarên Mazhar Kara, Umit Tektaş, Mehmet Bayrak, Kavûs Ezîzî, Nasır Kemalogu, Munzur Çem û Ebdulrehman Qasimlu yên girabuha cîh digrin.

Em hêvî dikin ku dema bixwînin hûn ê biecibînin.

İçerik Başlıkları

Başûrê Kurdistanê careke din rû bi rûyî êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û Îranê dibe.

Ji alîyekî ve Dewleta Îranê bi fuzeyan, bi topbaranan êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê; ji alîyekî ve jî Dewleta Tirkîyeyê êrîşên bejayî û hewayî dibe ser Başûrê Kurdistanê, li wê derê qereqolan, navendên eskerî datîne û beşeke axa Başûrê Kurdistanê dagir kirîye.

Tirkîye jî, Îran jî ji hebûn, destkeftin û pêşketinên li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê aciz in; naxwazin ew destkeftin pêşdetir biçin.

Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdoğan pir bi aşkereyî gotibû ‘’Wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, emê li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin’’. Helbete ku hebûn û helwest û kiryarên xelet yên PKKyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bêtifaqîya kurdan,  rê ji vê armanca Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re xweştir dike. Lê  gava ku em sîyaset, êrîş û dagirkirinên Tirkîyeyê yên li ser Efrînê, Serê Kanî, Girê Sipî û hemû Rojavayê Kurdistanê dinirxînin, divê em wan gotinên Erdoganî ji bîr nekin û em bizanibin ku ew gotin nîşana armanc û planeke stratejîk a Dewleta Tirkîyeyê ye jî.Dewleta Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê, dixwaze rê li ber statuyeke neteweyî, sîyasî bigire.

Herweha gava ku em van êrîş û dagirkirinên Tirkîyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dinirxînin, divê em bibînin ku, Dewleta Tirkîyeyê ‘’li Bakurê Iraqê’, ango li Başûrê Kurdistanê  nikarîbû  rê li ber destkeftina federalî ya Herêma Kurdistanê bigire; lê nuha dixwaze ‘’Ew xeletîya ku li Bakurê Iraqê’’ kirine hîna pêşdetir neçe,  dixwaze Kurd lawaz bibin û destkeftinên nû bidest nexin.

Nuha hebûn û kiryar û sîyaseta PKKyê ya ku li Başûrê Kurdistanê dimeşîne, rê ji vê armanc û plana Dewleta Tirkîyeyê xweştir dike. Heger PKKyê heta îro li Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê guhdar bikira û li gorî biryarên Rêveberîya Herêma Kurdistanê tevbigerîya, dê Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûya bi vî şiklî, bi rehetî van êrîşan û dagirkirinan pêk bianîya. Herweha  dê rewşa Başûr baştir bibûya, dê destê Rêveberîya Herêma Kurdistanê li himberî Bexdayê , Îranê, Tirkîyeyê , xurtir bibûya. Gelo PKKyê wan gund û çîya û navçeyên  Başûrê Kurdistanê yên ku di destê wê de bûn, ku piranîya wan îro ketine destê Dewleta Tirkîyeyê; bi xweşî, bi lihevkirin teslîmî RêveberîyaHerêma Kurdistanê kiribûya dê ne rastir, baştir û maqûltir bûya.

Aşkereye ku van êrîşên hewayî û bejayî yên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkirina axa wê, ji ber gelek sebeban, ne mimkun e ku bêyî destûr  û çavlêgirtina  Emerîka û Dewleta Iraqê bêne kirin. Dewleta Tirkîyeyê dixwaze ji vê valahîya heyî û  ji van kiryarên PKKyê sûdê werbigire; dixwaze çavlêgirtin û pejirandina Bexdayê û Emerîka jî ji xwe re bike wek firsendekê û Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Helbete ku, Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî divê bi zelalî li dijî van êrîş û dagirkirinên Dewleta Tirkîyeyê, li himberî êrîşên Dewleta Îranê helwestê bigirin û di qada navneteweyî de, meşrûbûn û desthilatdarîya xwe ya li ser axa Başûrê Kurdistanê biparêzin, ji bo rê li van êrîşan bê girtin divê dîplomasîyeke xurt bimeşînin.

Mixabin, Parlamento, Hikûmet, Serokatî û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê, yekgirtina xwe ava nakin, li destkeftinên xwe bi qasî pêwîst in xwedî dernakevin, dezgehên dewletbûnê nakin yek; wek dewleteke yekgirtî tevnagerin. Ev jî rê ji plan û êrîş û xerabîyên xêrnexwazan re xweştir dike û kêfa van xêrnexwazan tîne. Berîya her tiştî, divê partîyên Başûrê Kurdistanê, bi tifaq û yekgirtinê, zûtirîn wext çareserîyeke maqûl û mayînde ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî  re bibînin.

Divê Şingal wek beşeke Herêma Kurdistanê bi taybetmendîyên xwe îdareya xwe ya herêmî bike

Şingal careke din bûye sehaya şer û nexweşî û koçberîyê.

Nuha ji %80yê nifûsa Şingalê, cîh û warên xwe yên li Şingalê terk kirine. Piranîya wan çûne dor û bera Dihokê, hinek ji wan çûne Hewlêrê û welatên Ewropayê.

Bexdat jî, Dewleta Îranê û Dewleta Tirkîyeyê jî dibêjin ‘’Bila Şingal û navçeyên ku mijara madeya 140î ne nebin beşek Herêma Kurdistanê .Ya baş ewe ku Şingal di destê Artêşa Iraqê, di destê Bexdayê da be, ne di destê Rêvebirîya Herêma Kurdistanê de be.  Heger ev ne minkun be jî, bila her cîhê şer û pevçûn lê hebe be, statuya wê dîyar nebe.…’’.

Em dibêjin rêya meşrû, maqûl û rast  ewe ku, rewşa Şingalê û ya hemû navçeyên ku mijara madeya 140î ne, li gorî madeya 140î bêne çareser kirin. Divê hemû gelê Şingalê bikaribin vegerin Şingalê û  li gorî taybetmendîyên dînî, kulturî û dîrokî yên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, Meclîsa Herêmî ya Gelê Şingalê di bin desthilatdarî û alîkarîya Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê de , bi mafên xwe yên taybet  Şingalê birêvebibin.

Heta ku çareserîyeke esasî ji Şingalê û ji hemû herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku mijara madeya 140î ne bê dîtin, divê peymana Bexda û Hewlêrê ya ji bo Şingalê bê bicîh anîn. Ev peymana, dê êşa birînên xuşk û biryayên me yên Kurdên Êzidî kêmtir bike, dê rê ji alandina van birînan re xweştir bike.

Divê Bexdat, Artêşa Iraqê, Heşda Şahbî, YBŞ, PKK, Turkîye, Îran û hemû dewletên cîhanê rêzê li îradeya meşrû ya gelê Şingalê ya di referandûma 25ê îlona 2017ê da û rêzê li îradeya gelê Şingalê ya di hibijartina 10ê Cotmeha 2021ê da bigirin.

Ew fikir û sîyasetên ku dixwazin Şingal  jî wek Necef û Kerbela û Mûsilê, di bin desthilatdarîya Bexdayê de be, fikir û sîyaseta dagirkerên Iraqê ye.

Ew fikir û sîyaseta ku ji alîyê YBŞyê ve tê parastin, ku naxwazin Şingal  di nav desthilatdarîya Herêma Kurdistanê de be, dixwazin Şingal wek herêmeke otonom bi Bexdayê ve bê girêdan, ne fikir û sîyaseta Kurdistanîyan e, bi tu awayî nayê qebûl kirin. Şingal Kurdistan e. 

PKK divê rêzê li desthilatdarîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê bigire

PKK divê demildest şerê xwe ji axa Başûrê Kurdistanê dûr bixe, divê dawî li vî  şerê çekdarî yê zerarê dide gelê me bîne.

Divê PKK û hemû hêzên çekdar û sîyasî, hemû dewletên herêmê û cîhanê, li her alîyekî Başûrê Kurdistanê, fermîbûn,  meşrûîyet, otorîte, desthilatdarî, serwerî û biryarên Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê nas bikin, qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin.

PKK, HDP, DBP, DTK û alîyên din ên peywendîdar, divê di  ragehandina xwe da, di  çalakî û xwepêşandanên xwe da,  dawî li gotin û propagandayên xwe yên  ku dibêje  ‘’Malbata Barzanîyan û PDK îxanetê dikin’’ bînin.

Li gel hemû gotin û kiryarên neyênî yên  di derbarê Malbata Barzanîyan û PDKyê da, helwesta Birêz Serok Mesûd Barzanî ya ku rê li ber şerekî di nav Kurd û Kurd de digire, nahêle Kurd xwîna Kurdan birijîne, helwest û sîyaseteke cîhê rêzê ye. Birêz Serok Mesûd Barzanî  divê di ragehandina xwe da jî nehêle ku kes bi gotinên nexweş zerarê bide vê hesasîyet û helwesta çêker ya cenabê wî.

Divê hemû kurdên cîhanê, bi helwesteke neteweyî, niştimanî li serwerî û destkeftinên federe yên Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin û li himberî hemû kiryar û propagandayên ku birînên kûr di bîr û hest û hişmendîya miletê me de veke, helwesteke zelal bigirin.

14.05.2022

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz