Oprerasyonên leşkeri ne çareserî ne; Divê pirsa Kurd bi rêya sîyasî bê çareserkirin

Encamnameya Meclisa Partiyê a PSKê;

“Oprerasyonên leşkeri ne çareserî ne; Divê pirsa Kurd bi rêya sîyasî bê çareserkirin…”

Meclisa Partiyê a PSKê ku di Sêyemîn Kongreya Asayî a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê ku roja 30.10.2022an li Diyarbekirê lidarketibû da hatibû hilbijartin, civîna xwe ya ewil rojên 19-20ê Cotmehê 2022an da li Enkerê pêkanî.

Di civîna Meclisa Partiyê a PSKê da hewcedarîyên fermî yên Sêyemîn Kongreya Mezin cîbicî bûn, mijarên rojevê hatin nirxandin, Licneya Rêvebirîyê a Navendî hat hat hilbijartin û biryar hat dayîn ku encamên li jêrê ji bo raya giştî bên belav kir.

Meclisa Partiyê a PSKê di civîna xwe da rewşa sîyasî gotûbêj kirîye û li gor pêşbînîyên geşedanên sîyasî ku dê li Tirkiyê û Kurdistanê biqewimin bername û teqwîma xebatê a jibo sala pêş amade kirîye û kar û erkan parve kirîye.

Di civîna Meclisa Partiyê da hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên sala 2023an jî hatine nirxandin û jibo helwest û sîyaseta PSKê a derbarê hilbijartinan da prensîb û çarçoveyekê pêwîst  hatîye eşkere kirin.

Di civîna Meclisa Partiyê a PSKê da hat dîyar kirin ku siyaseta înkar û şiddetê a ku Tirkiye derbarê mesela Kurd da rêvedibe, Tirkîyê tuşê qirîzekê wisa piralî kirîye ku êdî nayê meşandin.  Ev rewşa hanê  jî guhartinê li ser Tirkiyê ferz kirîye.  Divê li Tirkyê jibo normalîzekirina rewşa sîyasî û safîkirina pirsa Kurd demildest gav bên avêtin û herwisa divê alîyên sîyasî yên Kurd li ser daxwazên muşterek tefaq bikin û mudaxîlê pêvajoya sîyasî bibin.  

Meclisa Partiyê herwisa balê kişandiye li ser biryarên ku Sêyemin Kongreya Mezin a PSKê da hatine girtin û ji bo cîbicîkirina van biryaran îradeyekê xurt  eşkere kirîye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di pêşedemê da ;

1.       Ji bo bikaranîna zimanê kurdi di hemî qadên jîyanê da û jibo zimanê kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê fermî bê qebûl kirin,

2.       Ji bo 100 salîya wê da Peymana Lozanê carek din bi hemî awayî bê nîqaşkirin û encamên wê yên neyînî yên ji bo miletê Kurd bên betalkirin,

3.       Jibo pêkanîna tefaqekê Kurd ya herî berfireh,

4.       Ji bo piştgirîya berxwedana meşru a gelê Kurd yên Rojhelatê Kurdistanê û hemî gelên Îranê yên li seranserê vê welatî,

5.       Ji bo parastina destkeftîyên neteweyî û dîrokî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna tefaqa hêzên Kurd li Rojavatê Kurdistanê,

6.       Ji bo vegera heval û hevreyên berê li nav refên PSKê,

dê bi biryar tevbigere û kar û erkan cîbicî bike.

Di civîna Meclisa Partiyê da bûyerên van rojên dawîn jî hatine nirxandin;

Êrîşên artêşa Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhelatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û yên li ser bajarên Kurd yên wek Mahabdê bi tûndî hatin şermezar kirin. Rejima Îranê ya xwînrij ku li himber berxwedana rewa ya gelên Kurd, Azerî, Belûcî û Ereb ketîye tengasîyê, bi van êrîşan dixwaze balê ji pirsgirekên rasteqîn dûr bixe û qelsîya xwe veşêre.

Civînê da herwisa hatiye ragihandin ku Tirkye bi hinceta PKKê li Herêma Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê gelek cîh û waran bombebaran kirîye û di encama van erîşan da gelek kesên sivîl jîyana xwe winda kirine. Herwisa dubare bala wê yekê hatiye kişandin ku operasyonên eskerî û êrîş ne çareserî ne, divê pirsa Kurd bi rêbazên sîyasî û bi diyalogê bê çareserkirin.

Di dawîya civînê da Licneya Rêvabirîyê ya Navendî hat hilbijartin û dûbare hat teyiîd kirin ku Partîya Sosyalîst a Kurdstanê li gor misyon û erkê xwe yê dîrokê, dê ji bo azadîya gelê Kurd û bidestxistina demokrasiyê li Tirkiyê dê bibiryar têbikoşe.

Meclisa Partîyê a

Partîya Sosyalist a Kurdistan

          (PSK)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz