Peyama HDKÎ Bo PSK

Hevalê Hêja Kak Mesûd Tek, Serokê Partiya Sosyalista Kurdistan

Berrêzên Endamên Serokatiyê û Nûnerên Kongrê

 

Ligel Silav û rêzên me yên dostaniyê

Bi navê Hizba Demokrata Kurdistana İranê,gerimtirîn pîrozbahiyê bo pêkanîna kongreya sisê ya partiya wê, li serokatî û nûnerên kongreyê û xelkê niştiman perwerê partiya we ya têkoşer dikin. Hêviya serketina kongreya we bo bicih anîna erkê siyasi û neteweyi dixwazin.

 

Hevalên Hêja,

Hizba Demokrata Kurdistana İran peywendiyek dûr û dirêj û dîrokî ligel rêber û xebatgêrên bakûrê kurdistan û bi taybet ligel têkoşerên Partiya Sosyalista Kurdistan heye. Her di bin roniya wê peywendiyên dostaniyê da û şert û mercên hestyar da ku tevgera kurd têda derbaz dibe û dujmin û neyarên kurdan jî bi hemû şêweyek hewla jinavbirin a hebuna neteweyi ya me û binpêkirina mafên me didin. Û ew binpêkirine heta asta jenosîd çuye. Û bi dehan, bi sedan tawan encam dane. Jî bo wê bersivdan û berxwedana li beramber wê siyaseta hakimbuyinê erkê ser milên hemû partiyên siyasi û ciwanên têkoşerên kurd e, bi yekitî û yekgirtinî dikarin ala ya amancên gelê kurd her bi vê bilindiyê ragirin. Û bi xebata berdewam nasnameya neteweyî ya gelê me biparêzin, û amancên gel desteber bikin.

 

Serkeve Sêyemîn Kongreya Partiya Sosyalista Kurdistan - PSK

 

Hizba Demokrata Kurdistana İran

Navenda Rêveberî

Navenda Peywendiyên Giştî

Mihemed Nezîf Qadirî

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz