Peyama Hizba zehmetkêşên Kurdistanê Bo Kongra Sisêyan a PSK

Bo rêzdarên komîteya amadekarî ya kongirê 3 ê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan ê PSK

Rêzdaran endamên kongreya 3 ê ( Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK ) em ji Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bi navê Mekteba Siyasî û tevaya endam û alîgirên xwe li Başurê Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahî yê digehînîn, hîvîya serkeftinê ji kongreya we dixwazîn.

Rêzdaran kongreya we li jêr dirûşm ê ( Azadî Demokrasî û Aştî ) di demek daye ku cîhan bi temamî û Rojhelata Navîn û devera me bi taybetî di nav komeka alozîyên mezin da derbaz dibe, û arîşe roj bi rojê zêdetir dikevinserêk û komelgeha navdewletî jî di çareserkirnêda bê deng maye, û rojhelata navîn û dever jî di nav giriftên cografî û dîrokî û kevneşopiya eqliyeta paşvemayî ya ne demokrasî da berdewam dike, û cardin desthilatên çav birsîyên deverê hebûn û hizir û dahênana cîhana sermayedarî yê ye, ku zêdetire ji sed salan cografî ya deverê dûr ji îrade û viyana gelên wê danaye, û her vê jî wekir ye rojhelata navîn aştî û aramîyê bi xweve nebîne û dever jî dinav girtin û kuştin û dagîrkariyê de binalîne.

Rêzdaran di niha da her tişt aşkera û rohn e li rojhelata navîn, bê vedîtina çereserî a pirsa kurd alozî berdewamîyê dikêşe, û zêdetir jî dibe, û destwerdan bi asanîtir dibe, aştî û aramîya deverê zêdetir dikeve metirsîyê, jiber wê di nihada dirûşmê kongreya we ( Azadî Demokrasî û Aştî ) dirûşmekê pêtvî yê nihaye, her weha em ji Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bawerîya me a temam waye dûr ji tûnd û tîjî û bi rêya demokrasî û aştiyê arîşên gelê me yên rewa çareser dibe.

Dîroka têkoşîna gelê me şahidê van rastiyan e û herdem pişt daye şerî û rê li aştî û birayetî û pêkve jiyanê vekiriye.

Hevalên bi rûmet em wek Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê dûr ji maytêkirnê, hevalînî û dostayetîya her çar parçeyên kurdistanê radigehînîn, kêşeya her parçeka kurdistanê bi berçavgirtina taybetmendiyên wê parçê em bi kêşeya xwe dizanîn, hevsozin ligel êş û azarên gelê xwe di her çar parçeyên kurdistanê de, her wesa Partiya Sosyalîsta Kurdistan ê PSK bi hevhizir û hevxebat û hevstratejê xwe dizanîn, di nihada jî pêkve di çarçoveyê Korbend ê Çepên Kurdistanê hevxebatin, û di paşerojê jî de giringî bi wê têkoşîna xwe didin, di paşerojek nêzîk de di Korbendê du a Çepên Kurdistanê dirêjî bi xebat û têkoşîna xwe didin.

Endamên kongireyê 3 yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan ê PSK yên hêja carek din pîrozbahiya girêdana kongreya we li we dikin, hîvî xwazîn kongireya we bi biryar û pêşniyarên here baş û giring derbiçin ku di pêşiyê de xizmeta têkoşana gelê me bike.

Her wesa dixwazîn partiya we (Partiya Sosyalîsta Kurdistan ê PSK) pêşkeftinên mezin bidest ve bîne û her şad û serfîraz bin.

Digel rêzgirtinê.....

Hizba zehmetkêşên Kurdistanê

Mekteba siyasî

30\10\2022

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz