Peyama M.Şefik Dundar Bo Bayram Bozyel

Şeva 13.03.2022yê li dora seet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê. Li gorî agahdarîyên gelek çavkanîyan , van mûşekan ji nav sinorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekanjî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e. Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yê Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên muşekî.

Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştîye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahîya Telewîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.

Van êrîşên terorîstan ne tenê binpê kirina serweriya dewleta Iraqêû Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.

Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, bi van êrîşên hanê ve careke dinê nişan dane, ku li dijî pêşve çûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in  li ser deskevtiyên vê beşa welatê me.

Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.

Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên Rojava û bi  taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (ÛSA) daxwazdikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.

Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan  bilind bikin.

Daxwazên me ji  hemû  hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskevtiyên netewî  yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşî lê girtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.

Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistanîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her alîyê cîhanê jî divê  destkeftîyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.

13yê Adara 2022yê

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Rêzdar Kek Bayram Bozyel

Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistan

Binavê Xwedayê mezin û Dilovan.

Kak Bayram!

Slaw u rêz

Ez bidilekî germ pirozbahiyê li we dikem jı bo serketina kongireya we ya 3 yem û helbijartina we ji bo serokatiya PSKê

Hevîdar im ev bibit sedemek jı bo berhewkirin û serûberkirin nav mala Kurd ya xeta hestên netewî û niştimanî.

Herweha pîrozbahiyek bidil li rêzdar Kak Mesud û hewkarên wî dikim ji bo parastına dam, dezgah û kadroyên hêja yên PSKê ku ew rojên gelekî xerab da ew serekê wê serketineke mezin e.

Em amade ne piştgiriya we biken her kar û xebatekî ji bo berhewkirin û serûberkirina naw mala kurd bixine xizmeta rizgariya Kurdıstan.

Çawên Xwedayê mezin li ser we û Kurdistanê bît û her tim we parazit.

Hêviyên serketinên mezintir

Careke din tevî slaw û rêz

Mehemed Xani

Hewlêr

(M.Şefik Dündar, Berpirsi Kovara Rizgari berî 1980 î)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz