Peyama PDPKS Bo PSK

Birayê hêja Kak Beyrem Bozyal (Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK)

Birayê hêja Kak Mesûd Tek (Serokê Partiyê yê berê).

Hevalên hêja endamên kongirê Sêyem û endamên serkirdayetiya nû ya Partiyê.

Silav li we: Bi boneya lidarxistina kongireya Sêyem a Partiya we ya xebatkar û têkoşer (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) em di (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya)’de germtirîn pîrozbahiyan li we dikin û hêviya serkeftinê ji xebata we re dixwazin ji bo bidestxistina mafê gelê kurd yên rewa .

Hevalên hêja: Ne veşartiye ku miletê Kurd û doza wî ya netewî li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşek awarte tirsnak û qûnaxek hestiyar re derbas dibe, lewma ji hemû aliyên tevgera kurdî û kurdistanî tê xwestin ku bi yekrêzî û yek dengî xebatê bikin ji bo bidets xistina mafên xwe yên netewî.

Di vê derbarê de em tekez dikin li ser berdewamî û bi hêzkirina pêywendiyên di navbera herdû partiyên me yên bira de (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) û (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya), di xizmeta doza miletê kurd de, û bi destxistina mafê wî yên netewî.

Di dawiyê de careke din em kongireya Sêyem a partiya we pîroz dikin û serkeftinê ji xebata we ya rewa re dixwazin.

31 / 10 / 2022

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz