KOMJIN'ın PSK Kongresi'ne Mesajı

Rêveberiya Xweser kar û xebata Tora Medyayî Rudawê li navçeyê jêr desthilata xwe qedexe kir.

Evê êrişa yêkan nine, ku li ser medya û medyakaran tê kirinê.

Berê ji gelek caran karên usa ne demokratik hatibû kirin û bi taybeti Rudaw û karmendên Rudawê bûne armancên êrişa bi vî rengî.

Demek e pêvajoya êrîş li maf û azadiyên mirovi li Kurdistana Rojava berdewam e, bi taybeti azadiyên medyayî roj bi roj tê sinordar kirinê û tengtir dibe.

Çalakvanên sivil û berpirsên partiyên siyasî dikevine ber êrîşa dij-demokrasî û kirêt.

Daxistina Tora medyayê Rudawê pêpes kirina azadiya medyayî û pêşî lêgirtina mafên haydarbûn û informasyon girtinê ye.

Em Daxistina Rudawê û êrişên din yên dij demokrasiyê bo ser maf û azadiyên mirovî bi tundi mehkum dikin û daxwaz dikin, ku Rêveberiya Xweser herçi zutir dev jê karên usa û kirêt berde.

06 Sibat 2022

Buroya Çapemeniya

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK    

Bo Serokatiya Partiya Pêşverûyê Bira,

Ez bi navê hemu endam û kadrên PSK, bi dil û can 65. Saliya demazrandına Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Suriyê-PDPKS li we û bi rêka wê ve li hemu endam, aligir û kadrên tekoşer a Partiya we pîroz dikim.

Ez piştrast im, ku Partiya Pêşverû ji îro pêve, ji berê rêk û pêktir û yekgirtîtir di riya şêhidan da bimeşe û di xizmeta doza azadiya welat û bextewariya gel da be.

65êmin salvegera damezrandina Partiya Pêşverû piroz be.

15 Xeziran 2022

Mesud Tek

Serokê Giştî

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz