Peyama Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye Bo Bayram Bozyel

Li ser Qetlîema Maraşê, ku bona kudutaya 12ê İlonê sala 1980ê rê xweş kir, 43 sal derbas bûn.

Di 19 Berçîleya sala 1978’an da, li Maraşê hêzên nijadperest û tundrewên olî êrîş kirin ser saziyên demokratîk yên vê demê, kesên demokrat û şoreşger û ronakbîr.

Di heyama hefteyek da mal û ciyê karê yên Aleviyên Kurd û demokrat û çep, li ber çavên hêzên asayişê ketin ber êrîşên nijadperestan, hatin talan kirinê, şewitandin û ruxandınê.

Di encama êrîşê da, ku hefteyek berdewam bû, bêtirî 500 kes, ku piraniya wan Kurdên Alevî bûn hatin kuştin û bi sedan kesên dinê jî birindar bûn, ku piraniya kuştî û birîndaran jin û zarok û pîrejin û pîremêr bûn. Lê heya niha jî hêjmara kuştî û brindaran bı zelalî ne hatiye zanin û ragihandınê.

Berpirsê serekî ya qetlîema hanê, ku ji aliyê “dewleta kur” da hatiye organîze kirin û li ber çavên “hêzên evlehiyê” hatiye ci be ci kirinê, cîhanbinî û sistema dewleta Tirk e, ku armanc ji vê cîhanbiniyê Tirk û Misluman kirina hemu kesan e, ku li Tirkiyê dijin.

Ji bona vê yêkê jî amadekar û encamderê Qetlîma Mareşê heya niha nehatiye eşkere kirin û dadigeh kirinê. Dosyayên Qetliêma Maraşê di labirentên Enqere winda bûye!

Ji ber van sedeman Marêş hêj birîndar e, xwîn jê tê.

Ji bona ku Qetliema Maraşê, amadekar û ci be ci karen vê qetliema ne hatine destnişan û dadigeh kirinê, paş Maraşê, qetlîamên Madimak, Taxa Qazî, Lîcê û Roboskî û hwd çêbûn, bi sedan kes hatine kuştin û birîndar bûn, ku kiryarên wan jî hêşta ne diyar in!

Em di salvegera 43an da Qetlîema Marêşê, carekî dinê mehkûm dikin û li ber hizura qurbanan qirnoş dibin.

20 Berçîle 2021

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Birêz Bayram Bozyel yê rêzdar Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî (PSK)

Birayê hêja yê rêzdar Mesûd Tek serokê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî (PSK)

Birêz endamên Kongreya Sêyem, serkirdayetî, kadro û aligirên Partiya Sosyalîsta Kurdistanî (PSK) yên rêzdar

Piştî silav.

Bi helkefta lidarxistina serkeftina sêyemîn konferansa partiya we (PSK) bi navê Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye em bi dilxweşî pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkeşê we dikin, bi hemu hêviyên serkeftinê erkên we yên têkoşînê heta ku daxwazên rewa gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi cih werin.

Xwişk û birayên hêja

Lidarxistina konferansa partiya we di demekê da ye, ku gelê Kurd û doza wî li çar parçeyên Kurdistanê di rewşek gelek hestiyar û taqez da derbas dibe û ev tişta, ku divê hemû hêzên Kurdistanî bi hevra bikevin nava hewldan xebata hevbeş û hemahangiyê da. Ji bo rûbirû bûna keşêyen li pêşiya gelê me yê Kurd û doza wî li her perçeyekî, ku têda ye.

Di dawiyê da em ji we ra, piştrast û tekez dikin, ku hewla me ji bo danîn û pêşxistina baştirîn pêyvendiyên biratî di navbera her du partiyên bira Partiya Sosyalîst a Kurdistanî û Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye ji bo xizmeta doza Kurd û gelê Kurd.

Nivisingeha Cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye

01.11.2022

Qamişlo

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz