Roja Alayê Kurdistan û Pêşmerge Pîroz Be

26ê Sermawez (17ê Çileya Pêşîn) Roja Alayê Kurdistanê ye.

Ala Rengîn ne tenê sembola azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Her weha bi dehan sal in, ku pêşengiya gelê Kurd dike, di xebata azadî û serbestiyê da.

Ala Rengîn bêtirî ji sedsalek remza têkoşîna gelê me ye, ku bi cangorî ve berdewam e.

Ala Rengîn nirxekê netewî ye, sivana hevbeş a Kurdan e.

Erkê me parastin û bilind ragirtina Ala Rengîn e.

Ala Rengîn, ku di salên 1930î da li Çiyayê Agiriyê û di 17ê Çileya Pêşîn a sala 1945an da li Paytexta Komara Kurdistan Mehabadê hatiye bilind kirin, îro li ser Parlamentoyê Kurdistanê, li ser hemu avahiyên fermî yên Herêma Kurdistanê li ba dibe.

Û em piştrast in, ku rojek li seranserê Kurdistanê wê were bilind kirinê.

Jı bona vê yêkê ji divê hemû hêzên welatparêz di bin Ala Rengînê da bibine yek û bi hevra ji bona armancên netewî yên hevbeş kar û xebatê bikin.

26ê Sermawez (17ê Çileya Pêşîn ) her usa ji aliyê Hİzba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) ve wekî Roja Pêşmerge hatiye ragihandinê.

Em Roja Ala Rengîn li gelê Kurd a xweragir, bi taybetî li daykên şehîdan, ku bona bilind ragirtina Ala Kurdistanê canê xwe dane, li hemû hêz û aliyên welatparêz pîroz dikin.

Roja Pêşmerge li Pêşmergeyên tekoşer û agîd û cangorî, ku niha di sengerê bi dest xistina mafên netewî û parastina hebûn û kerameta gelê Kurd û deskevtên niştimanî da ne, bona berdewamiya rêbaza şehîdan amade ne canê xwe fidayê gel û welat bikin, pîroz be.

16ê Çileya Pêşîn 2021

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz