Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Pîroz Be

Îro salvegera pêncan ya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Di 25ê îlona 2017an de bi awakî demokratîk û şefaf referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat. Di dîroka Kurdistanê de, cara yekem bû ku miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, bi awakî demokratîk û azad bawerî û helwesta xwe ji bo pêşeroj û qedera xwe ya desthilatdarîyê diyar kirin. Ev bûyerek gelekî girîng û dîrokî ye.

Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de, krîza siyasî û nêvxweyî ya li herêma Kurdistanê berdewam dikir. Lê teva hemû astengîyên nav dewletî, zext û guvaşa dewletên dagirker û kolonyalîst, pirs û pirsgirên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê kelecanek gelekî mezîn di nav kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û diyasporê afirand, hestên miletê Kurd yên neteweyî û daxwaza serxwebûnê gîhaşt qada herî bilînd.

Lê her ku roja referandûmê nêzîk bû, gelek dewletên ku tu helwestek li dijî referandûma serxwebûnê nîşan nedabûn û hinek dewletên ku weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin didîtin jî dest bi zixt û guvaşên dijwar kirin ku miletê Kurd û kurdistanî dev ji daxwaza referandûma serxwebûnê berdin ya jî paşde bixînin. Teva van zext û guvaşan jî miletê Kurd û kurdistanîyan referandûm di roja xwe de, ango di 25ê îlonê de pêk anîn. Referandûma serxwebûnê, bi coş û serketinek gelek mezin pêk hat. Ji sedî 93ê miletê Kurd û kurdistanîyên Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ”erê”!

Piştî vê serketina referandûma Kurdistanê, dewletên kolonyalîst ketin nav tevger û hazirîyek mezin ku desthilatîya Herêma Başûra Kurdistanê dorpêç bikin û wê ji holê rakin. Helwesta Emerîkayê û hinek dewletên din kês û firsendek taybetî xiste destên karbidestên şovenîst yên dewleta Iraqê. Dewleta Iraqê li dijî qanûna esasî ya dewleta Federal ya Iraqê gelek biryarên yekalî girt û Herêma Kurdistanê xist nav dorpêçek gelekî dijwar.

Mixabin ji ber bêtifaqî û bêahengîya nava partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê, herweha cihgirtina hinek hêzên kurdan li cem hukûmeta Iraqê; bi alîkariya dewletên dagirker Tirkîye û Îranê û bi çavlêgirtina Emerîka, Îngîlîstan û hinek dewletên emperyal, hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şebî bi çekên giran û herî modern yên Emerîkayê êrîşî ser hêzên pêşmergeyan kirin. Di encama vî şerî de, di serî de Şingal û Kerkûk, beşekî mezîn yên erdê Kurdistanê ku bi xwîna pêşmergeyan hatibû rizgarkirin, ji nû ve hate dagîrkirin. Di serî de Emerîka û Îngilîz, gelek dewletên emperyal jî çavên xwe ji vê dagerkerîyê re girtin û ne bi awakî rastersat be jî piştgirî û alîkarîya vê dagirkerîyê û neheqîyê kirin.

Divê tevgera rizgarîxawazîya Kurdistanê hem referandûma serxwebûna Kurdistanê û hem jî vê bûyer û karesata malkabax bi taybetî binirxîne; li ser jar û hejarîya yekahengî, yekitî û bêtifaqiya hundurî, hejarîya hişmendîya neteweyî, yeknekirina hêza pêşmergeyan, îxaneta hundirî, kêmanî û xemsarîyên desthiladarîya Herêma Kurdistanê bi hûrgilî raweste; encam û dersên pêwîst jê derxîne.

Teva hemû tiştî û van bedelên mezin, referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan bûyerek dîrokî û rojek pîroz e. Divê miletê Kurd û kurdistanî li referandûma serxwebûna Kurdistanê xwedî derkevin û vê rojê di dîroka Kurdistanê de weke rojeke dîrokî bibînin.

Em roja referandûma Kurdistanê li miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîs a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz