Sengerê Parastina Hewlêr û Qamişlo Divê Lî Bakurê Were Danin

Meclîsa Partiyê û Desteya Kargerî a Nevendî (DKN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, di 14-15ê Gulana sala 2022 cîvina xwe çêkir. Di cîvinê da giftugo li ser xalên rojevê hat kirin û biryar hate dayin, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrurayê bê kirinê.

Deklerasyona partiya me bi navê “JÎ BO AZADÎ, DEMOKRASÎ Û AŞÎTİYÊ BANGA ÇARESERÎYEK LEZGÎN”s heyamek berê bo birûrayê gîştî hatibû pêşkeş kirin. Deklerasyona hanê nexşerêya partiya me a demên kurt û mamnavendî ye. Me dî deklerasyonê da gotibû, ku ”Partiya Sosyalîsta Kurdistan, ew partî ye ku li gor peywira xwe ya dîrokî, jibo azadiya gelê Kurd derketiye rê. Ligel vê yekê jibo avakirina pergaleke federal, azadîxwaz û demokratîk li Tirkiyê amade ye ku berpirsyariya xwe ya di vî warî de, bi cîh bîne”. Herwekî me gotiye em amade ne erkên xwe di warê xebata azadî û demokrasiyê da bi cî binin.

Lî Tirkiyê qeyraneka hemureng û kûr heye û qeyrana hanê roj bi roj kûrtir dibe. Tirkiyê di warê siyasî, çandî û civakî, bi taybetî di warê aboriyê da gihîştiye binbestek. Sedema serekî ya qeyrana hanê felsefe û siyaseta yekparêzî, zordar, haşaker û dij-demokratîk e, ku dewleta Tirk li ser vê bingehê hatiye damezrandinê.

Qeyrana aborî li Kurdistanê kûrtir e. Bêdadî, pêpes kirina maf û azadiyan, tepisandina daxwazên demokratîk, girtin û dest bi serda girtin, tundutijî û operasyonê leşkeriyê, ku roj bi roj zêde dibin, hevrê ye qeyrana aborî ne. Ligel van, siyaseta êrîş û dagirkirin a hikumeta AK Partî li Kurdistana başur û Kurdistana Rojava, êrîşên nijadperestî bo ser Kurdan, ku li rojavayê Tirkiyê dijin, dibine sedema pirtir û kûrtir bûna alojî û qirjiya civakî.

Li hemberê rewşa hanê daxwaza asayîbûna civak û demokrasi roj bi roj bilind dibe.

Bê guman asayîbûna civak ne tenê di berjewendiya hêzên demokrasî da ye, her usa di berjewendiya tevgera welatparêzê Kurdistanê da ye. PSK bi vî hişmendiyê va, carekî dinê cext dike û dibêje ku asayîbûna civak bona Kurdan jî girîng e.

Di nava xebata dijî zedêbûna bahayê tişt û mişt, bona baştir kirina jiyan û guzerana gel û xebat bona dedwerî, maf û azadiyê da peyvendiyeka xurt heye.

PSK erkên xwe yên di vî warê da jî wê bi cî bine.

Li pêşiya xebata welatparez û demokrat a Kurdistanê pêvajoyeka hestyar heye. Tevgera azadiya Kurdistanê rû bi rûye derfet û metirsiyê da ye.

Şerê Rusya û Ukrayna bûye sedema vê yêkê, ku dewletên Ewropa û zilhêzên cihanê pirtir bala xwe bidine navçeyên petrol û qaza siruştiyê.

Nirxa Rojhilata navîn û Kurdistan bilind bû.

Kurdistana Başur, ku di warê petrol û qaza siruştiyê da dewlemed e, roj bi roj bala cihanê bi aliyê xwe da dikşine. Di heman demê da êrîşên dewletên dagirker wekî İran û Tirkiyê bo ser Kurdistana Başur zêdetir dibin.

PSK baş dizane, ku tevgera demokratîk û welatparêzê Kurdistan pevajoyeka dijwar û sext e û hewl dide, erkên xwe di vî warê da cî be cî bike.

Pêkanina saziyeka netewî û demokratîk, ku têda hemu partî û aliyên siyasî, saziyên civaka sîvîl û kesayetiyên welatparêz ci bigrin, wekî erkekî bingehin li pêşiya me ye.

PSK alîkî va dixebite, ku erkê xwe ya hanê bi cî bine, alîkîva jî kar dike, ku pêyvendiya xwe ligel hezên demokratîk yên Tirkiyê germ û gurtir bin.

PSK bona serketina xebata ava kirina navendeka Kurd li ser bingeha wlatparêzî, ligel hevbeşên xwe wê karê xwe bidomine.

Navendeka hanê ne tenê bo me Kurdan pêwistiyeka dîrokî ye, her usa piştgiriyeka xurt e li xebata demokrasî û asayîbûnê. 

Navende hanê her usa piştgiriyeka mezin e li xebata welatparêziya parçeyên dinê Kurdistanê. Ji ber ku baştirin û bi watetirin parastina deskevtên Kurdistana Başur û Rojava, ava kirina nevandeka netewî û demokratîk e, ku li hemberê siyaseta êrîşkar a devleta Tirkiyê, ligel hêzên demokratîk xebat bike.

Di vî warî da em erkên xwe bi cî binin û em baş dızanin û piştrast in ku sengerên parastina Hewlêr û Qamişlo divê li Amed, Sîlopî, Cîzre û Rihayê were danin.

17 Gulan 2022

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz