Seredana Heyeta Hevbeş a PAK PSK TDK-Tevger Berdewam E

Dı 17ê Adarê da, Heyeta Hevbeş a PAK, PSK, TDK-Tevger, ku ji Mesud Tek, Hanefi Turan û Yusuf Aydin pêkhatibû, serdana Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) kir.

Heyeta PDK-Tirkiyê, ku jî Serokê Gistî M. Emîn Kardeş, rêvebirên partiyê Îbrahîm Çapan û Ozan Kardeş pêkhatibû pêeşwaziya heyeta hevbeş kir.

Heyeta Hevbeş reşnivîsek bi navê “Ji Bo Rê Li Ber Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê Vebe, Em Li Ser Daxwazên Xwe Yên Acîl Hêza Bikin Yek”, ku ji aliye PAK, PSK û TDK-Tevger ve, bona pêkanina navendeka Kurdî hatibû amade kirinê pêşkeşê PDK-Tirkiye kir.

M. Emîn Kardeş, ji bona serdana Heyeta Hevbeş xweşhaliya xwe nişan da. Paşê herdu heyet li ser rewşa Kudistanê giftugo kirin.

Heyeta Hevbeş hemin rojê serdana PDK-Platform (Platforma Demokraa Kurdistan) kir û ligel heyeta Platformê, ku ji Sertaç Bucak, Elî Aydin hevditin çêkir.

Heyeta Hevbeş hemin reşnivisê peşkeşê Platform kir, Sertaç Bucak jî xebeta heyeta hevbeş weki xebata pîroz da naskirin û xweşhaliya xwe derbiri.

Serdana Heyeta Hevbeş wê berdewam be.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz