Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Roja 21.09.2025’an de li Enqerê Civîna Meclisê li darxist. Di vê civînê de rewşa dawî ya herêmê, Tirkiye û Kurdistanê nirxand, ji bo xebatên rêxistinî nexşerêyek diyar kir û biryar da ku encamê civînê bi vê daxuyanîyê bi raya giştî re parve bike.
Ji sedemên bingehîn ên aloziya herêmî, pevçûn û bêîstiqrarîya ku di van demên dawî de li Rojhilata Navîn zêde bûye, parçekirina Kurdistanê û desteserkirina azadiya neteweyî ya gelê Kurd e. Sîyasetên înkarî, zordarî û tund û tujî yên li dijî gelê Kurd hatine meşandin, yekitiya gelê Kurd parçe kiriye, pêşketina ziman û çanda wî asteng kiriye, di warê aborî û civakî de rê li ber pêşketina wî girtiye.
Welatên ku azadiya gelê Kurd desteser kirine, di nav qeyraneke kûr de ne. Sedemên qeyranên aborî yên li welatên herêmê, tevlihevîya civakî û siyasî; sepandinên nedemokratîk bi giranî ji ber polîtîkayên înkarker û kevnar ên li dijî gelê Kurd in.
Sîstema li dijî Kurdan ku beriya sed salan li Rojhilata Navîn hat pêkanîn, êdî nameşe. Piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyn a ku li Iraqê li dijî gelê Kurd jenosîd pêk anî, li Sûriyê jî dîktatoriya Esed di nav qirêjiya dîrokê de winda bû. Ji bo rejîma teokratîk a Îranê jî saetên dawî hatine.
Siyaseta înkar û ji navhelanîna Gelê Kurd têk çûye
Di bin bandora pêşveçûnên herêmî de, li Tirkiyeyê jî pêvajoyek tê meşandin. Ev pêvajo, ku ji bo bêçekkirina PKK’ê ye, her weha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî derfetekê pêşkêş dike. Lê belê, yên ku Tirkiyeyê îdare dikin, di şûna ku vê derfetê ji bo gavên demokratîk û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bikar bînin, berdewamîya sîyaseta înkarker dimeşînin. Desthilatdarên ku di mesela pejirandina mafên neteweyî yên gelê Kurd de îradeyekê nîşan nadin, çareseriya aştiyane û wekhev a pirsgirêka Kurd paşve dixin.
Divê dev ji vê riya bêçare bê berdan. Encamên israra li ser polîtîkayên înkar, zordarî û nedemokratîk ên di pirsgirêka Kurd de eşkere ne. Siyaseta tundî û înkarê tu carî serneket, û ji niha û şûn ve jî ser nakeve.
Banga me ji rêveberên Tirkiyeyê ev e: Zûtirîn dem de nasnameya neteweyî ya gelê Kurd nas bikin. Qedexe û astengiyên li ser nasname, ziman û çanda Gelê Kurd bi dawî bînin. Rêzê li îradeya gelê Kurd a ji bo jîyana azad û bi rûmet li welatê wî bigirin.
Li gorî vê yekê, destûreke demokratîk, pirrengî û federal divê were çêkirin.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke çar welatan e
û nêzîkatiyeke yekgirtî hewce dike. Di vê çarçoveyê
de, divê Tirkiye li şûna dijminatiyê, bi Kurdên Sûriyê
re siyaseta dostaniyê bimeşîne. Divê rêzê li daxwaza statuyê ya gelê me yê li
Rojava bigire.
Ji bo vê armancê, divê di hundirê welat de hawîrdoreke demokratîk, azad û ewle were afirandin. Divê êrîşên nedemokratîk ên li ser hêzên demokrasiyê, civaka sivîl, rewşenbîr û muxalefetê bi dawî bibin.
Divê sepandina qeyûman bê terikandin, siyasetmedarên girtî tavilê serbest werin berdan.
Di hawîrdoreke ku bi zordarî û sepandinên keyfî jehrî bûye de, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.
Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka
Kurd, hawîrdoreke demokratîk pêwîst e. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd,
avakirina demokrasiyê jî ne mimkun e.
Hêza me yekîtî ya me ye, bi têkoşînê em ê azadiyê bi dest bixin
Prensîba bingehîn a ku Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji destpêkê ve bawer dike ev e: “Azadî nayê dayîn, bi têkoşînê tê stendin”. Veguherandina qeyranên li herêmê firsende ji bo azadiya gelê me. Bikaranîna vê fersendê di destê me de ye. Ji bo vê yekê, divê em hêza xwe yekbixin û bi têkoşîneke biryardar azadiyê bi dest bixin.
Partiya me ji destpêkê ve yekitiya herî fireh a hêzên neteweyî yên demokratîk ên Kurd diparêze û di vî warî de xebateke çêker û berpirsiyar dimeşîne. Her wiha, PSK girîngiyeke mezin dide diyaloga bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîrên li Tirkiyê. Em hevkariya hêzên pêşverû û alîgirên guherînê yên Tirkiyeyê bi qîmet dibînin û di vê rê de derfetên însiyatîfên xwe didomînin.
Di Civîna Meclîsa Partîya me PSK’ê de her wiha ji bo xebatên di dema pêş, nexşerêyek hate amadekirin. Di vê çarçoveyê de, di demên pêş de kar û xebatên rêxistinî ya PSKê bi bandor û bi hêz bê kirin, civînên bi jinan û ciwanan re bên zêdekirin, ji bo nîqaşkirina pêşveçûnên siyasî bi gel re xebat bêne lez kirin û bên domandin.
Em ê bi ser bikevin û têkoşînê bi azadiyê bixemlînin.
Baweriya me bi vê yekê tam e.
23.09.2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Meclîsa Partiyê