Heyeta PSKê Bi Berdevkê YNKê Sadi Pire ra Civîya

Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Endmê Desteya Karîger a Navendî A. Mecid Durmuş, Endamê Meclîsê Bahattin Turan, nunerê Hêwlêre Veli Koparan û Nuri Mavlay dı roja Yekşembiyê (16.01.2022) serdana Beregeha Polit Buroya PDK kir. Û ji aliyê heyeta PDK ku Sekreterê Polit Buro Fazil Miranî, Endamên Polit Buroyê Hişyar Zêbarî, Azad Berwarî, Mehmud Mehemed ve hat pêşwazi kirin.

Di hevditina germ û samimî da herdu heyet bir û boçûnên xwe yên darbareyê rewşa navçe, Kurdistan, Irak û Tirkiyê pêşkeşê hevdu kirin.

Berpirse Ofisa Pêyvendiya Neteweyî a PDK Ali Huseyin jî di civinê da amade bû.

Heyeta Partîya Sosyalist a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokê Giştî Selva Baksi, Celal Yıldız, endamê Meclisa Partiyê Mesud Tek, Nunerê Hewlêre Vel Koparan pêkhatibû, roja 21.11.2024an li Hewlêrê bi endamê Polit Buro û berdevkê YNKê Sadi Pire ra civîya.

Di civînê da Serokê PSKê Bayram Bozyel hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku 20ê meha Çiriya Paşîn da çêbû, pîroz kir û pevajoya hilbijartinê jibo gelê Kurd wek destkeftinek destnişan kir.

Di hevditinê da behsa nîqaşên dawî yên li Tirkiyê, geşedanên rojhelata Navîn û bandora xwe li ser pirsa Kurd hate kirin.

Di civînê da endamê Polît Buroya YNKê Sadi Pire jî daxwuyanî ku ew ê jibo pêkanîna hukumetekê hevbeş bi hemî alîyan ra runin û li himber Bexdayê bi yekdengî tevgerin.

Civîna Heyeta PSKê û Berdevkê YNKê Sadi Pire bi atmosferekê germ da derbas bû.

21.11.2024

Buroya Çapemenîyê ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

               (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik