• » Gündem
  • Heyeta PSKê ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ligel alîyên siyasi hevdîtinan pêktîne, roja 13.09.2023an seredana Partîya Şûî (Komunist) a Kurdistanê kir.

    Li ser navê Partîya Komunist a Kurdistanê Cihgirê Sekreterê Giştî Şêx Sıddık, endamên Komiteya Merkezî  Umid Mihemmed  û Azad Bextiyar  pêşwazî li Heyeta PSKê kirin.

    Di hevdîtinê da li ser bûyer û guhertinên li Kurdistan û Rojhelata Navîn gotûbêj hatin kirin û jibo parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê hat destnîşan kirin ku divê alîyên Kurd helwestekê muşterek pêkbînin.

    Hevdîtin di atmosferekê erênî û berhemdar derbas bû.

    Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirê Serokê Giştî Celal Yıldız, Endamên Meclisa Partîyê Mesud Tek û Tayyip Kızılyıldız û Nunerê PSKê li Herêma Kurdistanê Welî Koparan pêktê, hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdisanê didomîne.

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik