Heyeta PSKê li Kurdistanê hevdîtinan pêktîne

Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Endmê Desteya Karîger a Navendî A. Mecid Durmuş, Endamê Meclîsê Bahattin Turan, nunerê Hêwlêre Veli Koparan û Nuri Mavlay dı roja Yekşembiyê (16.01.2022) serdana Beregeha Polit Buroya PDK kir. Û ji aliyê heyeta PDK ku Sekreterê Polit Buro Fazil Miranî, Endamên Polit Buroyê Hişyar Zêbarî, Azad Berwarî, Mehmud Mehemed ve hat pêşwazi kirin.

Di hevditina germ û samimî da herdu heyet bir û boçûnên xwe yên darbareyê rewşa navçe, Kurdistan, Irak û Tirkiyê pêşkeşê hevdu kirin.

Berpirse Ofisa Pêyvendiya Neteweyî a PDK Ali Huseyin jî di civinê da amade bû.

Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Gişti Selva Baksi, Celal Yıldız û Serhad Bozhan pêktê, roja 8.11.2023an jibo pêkanîna çendiîn hevdîtinan li Kurdistanê dest bi zîyaretan kir.
Heyeta PSKê li Duhokê îro ji alîyê Endamê Mekteba Siyasi ya PDKê Cafer Eminki û Laik Kurêmeri ve hat pêşwazî kirin.
Di hevditinê da bûyerên dawî yên Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Partîyên Kurdî hatin rojevê.

Hat eşkere kirin ku diyaloga navbera partîyên Kurd bê navber bidome û jibo çareserîya probleman nêrîneke hevbeş peyda bibe.
Heyeta PSKê du ra derbasê Hewlêrê bû li wir zîyaretên xwe didomîne.
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik