• » Gündem
  • Heyeta PSKê ku çend roj e li Herêma Kurdistanê hevditinên sîyasî pêktîne, roja 20.11.2024an çu li ser mezelê nemir Mele Mistefa Berzani.

    Serokê PSKê Bayram Bozyel, cigirên Serokê Giştî Selva Baksi, Celal Yıldız, Endamê Meclisê Mesud Tek û nunerê Hewlêrê Veli Koparan roja 20.11.2024 çûn Barzanê li ser mezelê M Mistefa Berzani û şehîdên Kurdistanê.

    Heyeta PSKê li gundê Berzan ji aliyê Şêx Xelat ve hat pêşwazî kirin.

    Piştê behnvedanekê Heyeta PSK çû li ser mezelê Nemir Berzani û jibo şehidên Kurdistanê fatihe xwend.

    Serokê PSKê Bayram Bozyel li ser qebra M. Mistefa Berzani  axaftinekê kurt kir, jibo xizmet û têkoşîna wî ya jibo azadîya Kurdistanê spasîya M. Mistefa Berzani û hevalê wî kir. Bozyel got bi saya xebat, fidekarî, lehengî û berxwedana M. Mistefa Berzani û hevalên wî İro gelê Kurd li Başurê Kurdistanê gihiştiye azadiyê, li Bakur, Rojhelat û rojava jî azadî ne dur e. Ew dê dil, mejî û têkoşîna me da her bijîn.

    Heyeta PSKê paşê jî çu li ser mezelê Şêh Ahmed Berzani û jibo wî û şehîdên azadîyê rêz girtin.

    Heyeta PSKê piştê zîyareta qebrên nemir Berzani û şehîdan  vegeriya Hewlêrê.

    20.11.2024

     

    Buroya Çapemeniyê ya

    Partîya Sosyalist a Kurdistan

            (PSK)

    En çok Okunan İçerik