Heyeta PSKê Serdana Politburoya PDKê Kir

Heyeta Partîya Sosyalîst  a Kurdistan (PSKê) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cihgirên Serokê Giştî  Selva Baksi û Celal Yıldız, Endamê Licneya Rêvebir Serhat Bozhan, Nunerê Hewlêrê Veli Koparan pêktê, roja 15.11.2023 li Pirmamê serdana Politburoya PDKê kir.

Li ser navê PDKê Berpirsê Desteya Kariger ya Politburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mirani û Endamên Politburo ya PDKê Azad Berweri, Heşyar Zebari, Sidad Barzani, Mehmud  Mihemed û Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Pêwendîyên Giştî Cafer Emînkî pêşwazî li Heyeta PSKê kirin.

Di civînê da Serokê Giştî Bayram Bozyel jibo hevdîtinê spasîya Polîtburoya PDKê kir û Herêma Kurdistanêjibo hemi Kurdan wek destkeftiyekê dîrokî û zêrin destnîşan kir. Bozyel di axaftina xwe da li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sekinî. Bozyel got, li Tirkiyê amadekirina desturekê nû di rojevê da ye û divê hemî aliyên Kurd, jibo daxwazên gelê Kurd di desturekê nû da ci bigirin, daxwazên Kurdan destnişan û zelal bikin û bi vê armancê dest  xebatê bikin.

Di hevdîtinê da Berpirsê Desteya Kariger ya Politburoya PDKê Fazil Miranî î xêrhatina heyeta PSKê kir. Mirani di axaftina xwe da behsa Herêma Kurdistan, Irak û navçeyê kir. Miranî herwisa eşkere kir ku  pêwendiyên navbera PDK û PSKê pêwendiyên dirokî ne û li ser esasê rêzgirtinê ne. Û ew pêwendî  xizmeta gelê kird dikin.

Di hevdîtinê da herdu aliyan hêvî kirin ku civînên bi vê awayî berdewam bin.

 

 

 

 

En çok Okunan İçerik