Nivîsgeha PSKê a li Hewlêrê bi coş vebû

Nivîsgeha PSKê a Hewlêrê roja 13.11.2023an da bi coş û qelebalix hat vekirin. Di vekirina ofisa PSKê a Hewlêrê da nûnerên partiyên çar parçeyên Kurdistanê, gelek nivîskar, hunermend  û kesayetî cihê xwe girtin.

Merasîma vekirina Ofisa PSKê bi axaftina Endamê Licneya Rêveberîya PSKê Mehmet Bozhan destpê kir. Bozhan piştê ku xêrhatina mêvanan kir,  jibo bîranîna şehîdan beşdaran dawetê deqekî dawetê rêzgirtinê kir. Piştê axaftina Bozhan Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel bi minasebeta merasîma vekirina nivîsgeha PSKê axaftinekê kurt kir.

Bozyel axaftina xwe da jibo beşdarîyê spasîya mêvanan kir û got; Em ji destpêkê ve pêvajoya azadîya Herêma Kurdistanê dişopînin û piştgirîya ve pêvajoyê dikin. Ji 2005an ve baregeha partîya me li Herêma Kurdisanê vekiriyê û em karên xwe dimeşînin. İro jî em bi fermî nivîsgeha PSKê li Hewlêrê, paytextê Kurdistanê vedikin. Kurdistan encamê xebatên sedsalî ye û jibo vê deh hezaran şehid hatine dayîn. Herêma Kurdistanê stare û hêvîya hemî Kurdan e. Herêma Kurdistanê di çola dîkatoriyê da waheya demokrasi, piluralizm û azadîyê ye. Em divê destkeftiyên Herêma Kurdistanê wek ronîya çavên xwe biparêzên û xwedî lê derkevin. Bozyel berdewamîya axaftina xwe da got, îro diyalog û pêwendîya navbera çar parçeyan hîn ferztir bûye û em dê îro pê ve jibo pêwendîyên xwe û partî û dezgeyên Kurdistanî hîn xurtir bikin zêdetir hewl bidin, daku bikaribin stratejiyeke neteweyî  û muşterek pêkbînin.

Piştî axaxtinê,  Serokê PSKê Bayram Bozyel, Cigirê Serokê PSKê Selva Baksi û nûnerê PDKê Nîzar Botanî qurdeleyê qusandin û ofisê vekirin.

Merasîma vekirina ofisa PSKê a li Hewlêrê ji alîyê çapemenîya Herêma Kurdistanê ve hat şopandin.

Nunerên partîyên Kurdistanê û gelek hunermend û kesayetî beşdarê merasîma vekirina ofisa PSKê a li Hewlêrê bûn.

Yên ku beşdar bûn; Cafer Eminki Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistan PDK  û berpirsê pêwendiyan, Berpêrsên Eleqeta PDKê Nizar Botanî û Laik Kuremêrî, Sekreterê Giştî yê Partîya Şuî Kawa Mahmud û hevalên xwe,  Kek Balen Sekretê Giştî yê Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê û hevalên xwe, Nizametin Botan û hevalên xwe, stranbêj Fatê Xan, Rojîn,  Berpirsê Navenda Rudawê Ziryan Rojhelatî,  Nivîskar Suleyman Huseyin, İbrahîm Buro Endamê Politburo ya Partî Yekîtî Kurdistan Suriye û hevalên xwe, Heyeta Partîya Pêşverû  Kurd li Suriyê, Dr. Tarık Xêrkî Berpirsê Şepola Azadîya Kurdistan Suriye, Sulayman Abas nunerê Alpartî û hevalên xwe, Xelil Mahmud Endamê Poilburoya Bizava Demokratik a Gelê Kurdistan, Rêzan Şêxmus PŞK Suriye, Zana Sezen Rojnamevan, Vail  Eslah Çaksazî, ENKS.

Herwisa İsmail Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Komkar Almanya, Eskerê Boyik, Baran Hemze, Lutfi Baksi Serokê Berê yê KADEPê, Vildan Tanrıkulu Mamoste, İbrahim Cemil Parêzer, Şepêla Pêşeroja Kurdistana Suriyê peyamên prozbahîyê şandin.

Vekirina Ofisa PSKê a Hewlêrê bi coş û kêfxweşî derbas bû.

En çok Okunan İçerik