PSKê Ofisa Pêwendîyên Giştî ya PDKê Ziyaret Kir

Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokên Giştî Selva Baksi, Celal Yıldiz, Endamê Meclisê Mesud Tek, Nunerên Hewlêrê Welî Koparan pêkhatibû, roja 19.11.2024 li Hewlêrê serdana Ofisa Pêwendîyên Giştî ya Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK) kir.

Heyeta PSKê ji alîyê Serokê Ofisa Pêwendîyên Giştî yê PDKê Kemal Kerkuki, Alî Ewnî, Nizar Botanî û Layiq Kuremeri ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê da herdu heyetan derbarê rewşa Kurdistanê, geşedanên dawî  yên li Tirkiyê, Iraqê û Rojhelata Navîn nêrinên xwe anîn ziman.  Herdu alîyan bal kişandin liser hevkarî û diyalogên di navbera partîyên Kurdiû yekdengîya hêzên Kurdistanî bi girîng destnîşan kirin.

Ziyareta PSKê ya jibo Ofisa Pêwendêiyên Giştî yê PDKê di atmosferekê erênî da derbas bû.

20.11.2024

Buroya Çapemenîyê ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

             (PSK)

En çok Okunan İçerik