• » Gündem
  • Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel roja 12.11.2023an li Nivîsgeha Hewlêrê pêşwazîya heyetekê Partî Yekitî Kurdistana Suriyê kir. Heyeta Partî Yekîtî Kurdistana Suriyê ku ji İbrahim Biro (Endamê Politburo) û Newaf Reşit (Endamê Politburo û Nunerê Partîyêli Hewlêrê) pêhatibû di serlêdana PSKê da derbarê Rewşa Kurdên Suriyê agahdarî dan û  eşkere kirin ku pêwendiyên xwe û PSKê xurt bikin û pêş da bibin.

    Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatina heyeta Partîya Yekîtîyê kir û bal kişand li ser wê yekê ku bi vekirina Nivisgeha Hewlerê dê pêwendiyê PSKê û partiyên Rojhelat, Rojava, û Başurê Kurdistanê hîn xurtir bikin û jibo pêkanîna siyasetekê muşterek Kurdistanî hewl bidin.

    Cihgirê Seokê Giştî yê PSKê Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhat Bozhan û Nunerê Hewlêrê Weli koparan jî di hevditinê da cîh girtin.

    Hevdîtina  PSK û Partîya Yekîtîyê bi serkeftî  û berhemdar derbas bû.

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik