Heyetekê PSK, PAK û TEVGERê roja 15. 02.2023ê çû Meletîyê û
derbarê xesara erdehejê hevdîtinan çêkir.
Heyeta ku ji Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Serokê
Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Berdevkê TEVGERê M. Can Azbay û nûnerên hersê
partîyan Ahmet Kilil, Vahit Aba û Yusuf Aydın pêkhatibû di serdanê da li ser
xirbên erdhejê gerîyan, bi mexdûrên erdhejê ra hevdîtinan çêkirin.
Di hevdîtinên bi dezgeyên sivîl da endezyar Erdal Yavaş
derbarê rewşa piştê erdhejê, xisara madî û insanî berfirehî agahî da heyeta
PAK, PSK û Tevgerê û bal kişand li ser astengîyên dewletê yên li himberê
dezgeyên sivîl.
Serokê KKPê Halil Gktaş jî behsa arîkarîyên jibo mexdûrên
erdhejê kir û eşkere kir ku xelk Meletîyê terk dike û yên mayî jî bi piranî di
rewşekê xirab da dijîn.
Heyeta TEVGER, PSK û PAKê piştê serdanê dîyar kir ku dê
derbarê rewşa heremê raporek ji raya giştîra par ve bikin û li gor imkanên xwe
arîkarîya xelkên mexdûr bikin.
Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, cigirê serokê gîştî Selva Baksi û Celal Yildiz, Endamên Meclisa Partiyê Mesud Tek û Veli Colemergî pêkhatiye, di 18.11.2024” da serdana Hizba Şuî a Kurdistanê (Partiya Komunist a Kurdistan) kir ji aliyê Sekreterê Giştî a HŞK Kawe Mehmudî ve hate pêşwazî kirinê.
Di giftugoya herdu partiyê da, Serokê Giştî a PSK Bozyel, bi kurtî bir û bawerî helwesta Partiya xwe a derheqa bûyer û pêşhatinên dawî û pêvajoya nu, ku bi axaftina Devlet Bahçelî destpê kiriye, kir.
Bozyel amajê bi vî yêkê kir û got, pirsa Kurd ne tenê pirsa PKK û Ocalan e, pirsekê jê mezin e û divê aliyên din yên welatparêzen Kurdistanê bi yek dengî pêşwaziya vê pêvajoyê bikin û halwesta xwe bikin yek daku bibine terefekê dinê.
Bozyel her usa pîrozbayiya xwe bona serketina hilbijartina Parlamantoyê Kurdistana Başurê kir.
Kawê Mehmudî jî bir û baweriya xwe derheqa bûyêr û pêşhatiyên dawî li Herêma Rojhilata Navîn û Kurdistan û bi taybetî a kurdistana Bakurê pêşkeşê heyata PSK kir.
Kawe Mahmudî her usa bahsa hilbijartina dawi li Kurdistana Başur û encamê wê kir û piştgiriya xwe li pêşniyara PSK a derheqa pêkanina terefê sisê nişan da.
Hatê ditin, ku derheqa bûyer û pêşhateyên navçê û kurdistanê, bir û bawerî û boçunên herdu alî gelek nêzikê hev e û ew jî bêye sedema dilxweşiya herdu aliyê.